Polîsan êrîşî meşên 25’ê Mijdarê kirin: Gelek jin hatin destgîrkirin
Li Cizîr û Wanê jin dema li hemberî şîddeta mêran û dewletê daketin qadan, polîsan êrîşî jinan kir û gelek jin destgîr kirin.
Li Cizîr û Wanê jin dema li hemberî şîddeta mêran û dewletê daketin qadan, polîsan êrîşî jinan kir û gelek jin destgîr kirin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meş hat lidarxistin. Polîs êrîşê meşa jinan kirin û herî kêm 17 jin destgîr kirin.
Navên jinên ku hatine binçav kirin wiha nin: Bêrîvan Kûtlû , Zilan Ecevit , Asuman Kulter , Sabuha Akdag , Guler Tunç, Elfesya Nas, Evîn Erden, Garîbe Bîlîr, Medîha Akay, Zîlan Yaman, Zarîfe Borak, Bêrîvan Temel, Nebahat Îşçî, Kumru Babat, Songul Kuçuk, Elîf Utun, Fehîme Sarihan.
WAN
Li Wanê jin ji bo meşa ku xwestin bi pêşengiya TJA’yê pêk bînin, li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê li hev civiyan. Jinan li hemberî astengiya polîsan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bertek nîşan dan. Jinên ku hatin astengkirin ji avahiya partiyê derneketin, diyar kirin ku ew bi biryar in ku bimeşin. Li ser vê yekê polîsan bi gaza îsotê êrîş birin ser jinan.
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ku bertek nîşanî astengî û êrîşa polîsan da û got, “Jin rastî şîdeta mêr û dewletê ya polîsan tên. Em qebûl nakin ku hûn desthilatdariya xwe ya li ser jinan bidomînin. Em ê li her derê li dijî tundiya we têbikoşin."
AGIRÎ
Li Agiriyê jin li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr kom bûn. Polîsên ku rê li ber daxuyaniyê girtin, endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyê ya HDP'ê Hatîce Akdag, endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Dîlek Karataş, Hevseroka DBP'a ya bajêr Melîke Ozmûş û jinên bi navê Songul û Leyla yên paşnavê wan nehat tespîrkirin, destgîr kirin.