Jinan li Stenbolê guh neda qedexeyê – HATE NÛKIRIN

Jinan guh neda biryara qedexekirinê ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê û tevî destgîrkirin û hewila astengkirinê ya polîsan û 25’ê Mijdarê li dijî dewleta mêr li qadan serî hildan.

Li Stenbolê bi sedan jin, bi pêşengiya Platforma 25'ê Mijdarê bi berzkirina dirûşmeya, "Em ji bo azadiya xwe bêdeng nabin, dest ji jiyana xwe bernadin û ji dewleta mêrî re îtaetê nakin" li Kuçeya Yazgan hatin cem hev. Li gel ku polîs hemû kuçeyên Beyogluyê dorpêç kirin jî, jinan guh li astengiyan nekir û bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ber bi Qada Tunelê ve dest bi meşê kirin.

Jinên ku dest bi meşê kirin, dirûşmeya, "Em bi şev jî kuçe, kolan û qadan terk nakin" berz kirin. .

Li gel ku gelek kolan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin jî jin ji ya xwe nehatin xwarê. Bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Dewleta kujer" “Wê yeke din jî ji me kêm nebe“, “Jinên qetilkirî serhildana me ne“, “Em bêdeng nabin, û îtaetê nakin“, “Ne edaleta mêr lê ya rastîn“ û ‘’Semra Guzel rûmeta me ye“ jinan li ber xwe da. Polîsan dor li jinan girt. Rojnamevanên xwestin dîmenên berxwedana jinan bikişînin ji qada çalakiyê hatin dûrkirin.

153 JIN HATIN DESTGÎRKIRIN

Komîteyên Ciwanan ku xwestin biçin Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Jin tevî hemû hewilên astengkirinê yên polîsan, bi pêşengiya Platforma 25’ê Mijdarê li Asmali Mescîtê hatin ba hev. Jinan, pankartê li ser “Ne jinan, ber li şideta mêran bigire“ nivîsandî vekir û bi berzkirina dirûşman ber bi Qada Tûnelê ve meşiyan. Polîsan ber li jinan girt, dor li wan pêça, çapemenî ji qadê dûr kir. Jinan li dijî pêkanîna kêfî got: “Ne jinan, kujeran asteng bikin“ û bi êşkence hatin destgîrkirin.

Jin tevî destgîrkirinê li ber Pira Halîçê û Karakoyê hatin ba hev. Bi daxuyaniya li vir dan, dan zanîn ku ew ê li dijî zordestiya dewleta mêr bêdeng nebin û îtaetê nekin. Jin li her du nuqteyan jî bi êşkence hatin destgîrkirin. Bi tevahî 153 jin hatin destgîrkirin.