Jinên berxwedêr bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ li Ewropayê hatin silavkirin - HATE NÛKIRIN - I

Di xwepêşandanên 25’ê Mijdarê yên li bajarê Ewropayê de peyama birêxistinbûna bi hev re li dijî şidetê hat dayîn.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna û Piştevaniya li dijî Tundûtûjiya li dijî Jinan a Navneteweyî, li gelek bajarên Ewropayê meş û mîtîng hatin lidarxistin.

BONN

Înîsiyatîfa bi navê Femînîstîscher streîk Bonn bi înîsiyatîf û rêxistin jinan ên enternasyonalîst ên cur bi cur re nêzîkê pênc sal in ku bi hevparî ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna û Piştevaniya li dijî Tundûtûjiya li dijî Jinan a Navneteweyî re pêşengiyê dike, îsal jî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Pîştevaniya li dijî Tundûtûjiya li dijî Jinan a Navneteweyî li kuçeya Frankenbad a bajarê Bonnê çalakî li dar xist.

Çalakî, bi konsera koma Nîcht dîe Schon wîederê dest pê kir. Piştî axavtina destpêkê gelek saziyên jinan û jinên Kurd û Faris li ser zayendperestî û şer axivîn.

Bi tevlêbûna Navenda Hevdîtinê ya Jinan a Ûtamarayê û Leben Freîheît Bonn û gelek înîsiyatîf, sazî û rêxistinan ber bi Marktplatzê ve meş hat kirin û daxuyanî hat dayîn. Guhdariya helbestan hat kirin û stran hat gotin.

Dirûşima sereke ya çalakiyê “Jin jiyan azadî“ bû.

STOCKHOLM

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya li dijî Tundiya li dijî Jinan a Navneteweyî, li qada Medborgaplatsen a bajarê Stockholm ê Swêdê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bal bi ser rewşa wan jinan de hat birin ku di nav pergalên merserwer de dijîn. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku li dijî şer, nijadperestî û zayendperestiyê têdikoşin hatin silavkirin.

HANNOVER

Jinên Kurd û dostên wan ku li ber îstgeha trenan a navendî ya bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev, bi diruşima ‘’Jin, jiyan, azadî mîtîng li dar xistin û piştre meşiyan.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkî ya paytexta Fînlandiyayê li dijî tundûtûjiya li ser jinan çalakî hat lidarxistin.

Êvarê jî jinên aktîvîst û çepgir li qada Narînkkatorê hatin ba hev. Di çalakiya bi organîzekirina KJAR, PJAK û NCDK’ê hat lidarxistin de daxuyanî hatin dayîn. Di serî de Tirkiye û Îran zilma li ser jinan hat protestokirin, banga yekbûnê li jinan hat kirin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi tevlêbûna Komeleya Jinan a Rozerînê û komên cuda yên jinan çalakiya ji bo 25’ê Mijdarê hat lidarxistin. Di çalakiyê alên TJK-E’yê hatin hildan. MLPD, Coûrage, Komeleya Jinên Koçber, Koma Anarşîst-Komunîst, Femîn Rûhr, Jinên Îranî bi alên xwe tev li çalakiyê bûn.

Li ser navê komên jinên tev li çalakiyê bûn daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de behsa jinên di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de hatin qetilkirin, hat kirin.

SAARBRUCKEN

Jinên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê dijîn, di roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li ser Jinan de li qadan bûn. Mîtîng ji aliyê Iranîsche Burgerîntîatîve Saar IRBIS’ê ve hat organîzekirin. Meclîsa Jinan a Şirîn Elemhûlî, NCKD a Saarbruckenê, Dîe Lînke û Nûnerên jî CDÛ jî di nav de, 9 fraksiyonên cuda tev li mîtîngê bûn.

Di axaftinên hatin kirin de, serhildana gel a piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirî, hat silavkirin û bangên piştevaniya bi serhildanan hatin kirin.

Di axaftinên li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hatin kirin, hat diyarkirin ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” a ku ev bi salan e sembola berxwedana jinên Kurd e, niha bi hemû zimanan tê qêrîn. Hat destnîşankirin ku pêşengiya jinan a ji berxwedana li hemberî dewletê re, moral û destkeftiyek mezin e.

Di çalakiyê de bi zimanên cuda, dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Her wiha hat gotin ku dîktator Erdogan tehemûlî Şoreşa Rojava ya ku Şoreşa Jinan e, nake û hewl dide tola têkçûna li Kobanê hilîne. Banga xwedî derketina li Kobanê hat kirin. Di çalakiyê wêneyên Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Denîz Poyraz û gelek jinên din ên hatin qetilkirin, hat hildan.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

AÛRÎCH

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî, li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Zelal û Jinên Enternasyonal ên Elman ve çalakî hat lidarxistin.

Di axaftinên hatin kirin de qala têkoşîna hevpar hat kirin û soza têkoşîna bi hev re ya li dijî qirkirinê jinan hat dayîn. Çalakî di saet 15.30’an de li ber Şaredariya Aûrîchê dest pê kir û wêneyên Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Jîna Emînî, Sakîne Cansiz û gelek jinên din ên şehîdên azadiyê hatin pêşandan.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, li ser banga Tifaqa Jinên Dûîsbûrgê ku Meclîsa Jinan a Asya Yuksel, Coûrage, MLDP, Prîde Rebellîon, SKB, Stûdents For Fûtûre Dûîsbûrg, Jinên Nû, Yoûnge Strûggle û Zora Dûîsbûrg jî di nav de jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Berpêyî Jinan a Navneteweyî, di saet 16.00’an de hatin ba hev.

Çalakî, li ber îstasyona trenê ya Dûîsbûrgê bi mîtîngê destpê kir û piştre jin meşiyan.

Di meşa bi coş de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Di çalakiyê de pankarta li ser “Jin jiyan azadî” nivîsandî, pankartên ji bo teşhîrkirina êrîşên kîmyewî yên dewleta û wêneyên jinên şoreşger ên pêşeng hatin hildan.

Rêxistinên jinan ên tev li çalakiyê bûn, peyama rêxistinbûna li dijî şidetê dan.

Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin û berxwedana gerîlayên YJA Star‘ê, ya şervanên YPJ’ê û Şoreşa Jinan Rojava hat silavkirin.

Piştî axaftin û danezana TJK-E’yê, komek a folklorê ya zarokan, xwepêşandanek kir. Çalakî, bi berzkirina dirûşiman û banga tevlêbûna çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên berpêyî Rojava bi dawî bû.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê bi pêşegniya jinên Kurd bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navnetewî, meşek hat lidarxistin.

Jinan bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” meşiyan û di axaftinên hatin kirin de, qala êrîşên dagirkeriyê hat kirin û hat destnîşankirin kirin ku sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan.

Di çalakiyê de di şexsê Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel de, berxwendana jinên Kurd hat silavkirin.

Di meşê de wêneyên Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel û gerîlayên ku di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin hildan. Jinan pêşbendên ku li ser “Jin jiyan azadî” hatibû nivîsîn, li xwe kiribûn.

Di meşê de dirûşmeyên “Ji şîdeta li ser jinê re na” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jinên Kurd bi jinên ku endamên Fraûenhaûs Darmstadt û Femînîstîsche Fraûen re, li qadan bûn.

Di axaftinên hatin kirin de, polîtîkayên pergala patrîarkal û mêtingeriya kedê, hat şermezarkirin. Her wiha serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirî, hat silavkirin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

Di çalakiyê de, peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî hat xwendin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku berxwedana jinan di vê sedsalê de di şexsê têkoşîna azadiya jinên Kurd de, bû sembol. Hat diyarkirin ku tu êrîş û şîdet nikare serhildana li Rojhilatê Kurdistanê bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” pêş dikeve, asteng bike.

Di çalakiyê bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava jî hatin raberkirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Roza a Darmstadtê di serî de Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel û Sakîne Cansiz, qala jiyana gelek jinên ku bi destê dewletan hatin qetilkirin, hat kirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

HEÎLBRONN

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navnetewî, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê mîtîng hat lidarxistin.

Jin di saet 17.00’an de li qada Harmonîeyê hatin ba hev û bal kişandin ser şîdeta li ser jinan. Jinan îşaret bi êrîşên li ser Rojava jî kir û gotin: “Dîkator Erdogan û rejîma Tirk qasî ku dijminê jinan e, ew qas dijminê Kurdan jî ye. Lewma êrîşên qirkirinê li ser Kurdan pêk tîne.”

BERN

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê jî bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiyek hat lidarxistin. Jin bi pêşengiya Bern 25. November-Kollektivê hatin ba hev û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ berz kirin. Jinan di çalakiyê de alên YPJ, TJA-K û wêneyê Jîna Emînî hildan.

Jinan di çalakiyê de bal kişand bi ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. Di çalakiyê de jinên li Rojava li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin hatin silavkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.

STÛTTGART

Li bajarê Stûtgart ê Elmanyayê jî tundiya li ser jinan bi meş û mîtîngekê hate protestokirin.

Jinan di saet 15.00’an de li qada Marîen Platzê mîtîng li dar xist û piştre dest bi meşê kirin. Jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

BIELEFELD

Li bajarê Bielefeldê jî bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiyek hat lidarxistin.

AACHEN

Navendek din ê çalakiyên 25’ê Mijdarê, bajarê Aachen ê Elemanya bû. Di mîtînga li Elîsenbrûnnen ku cihê herî qelebalix ê bajêr e, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilatê Kurdistanê ku li dijî zilma dewleta Tirk û Îranê li ber xwe didin, hatin silavkirin; Dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

MANNHEÎM

FREIBURG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda û gelek rêxistinên jinan li Platz der Alten Synagogeyê çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ hate berzkirin.