Kongra Star banga birêxistinbûnê li jinan kir

Kongra Star diyar kir, ku jin li hemberî her cûre tundiya dewlet û hişmendiya zilam bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna xwe ya azadiyê bilind dikin û bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di nav şoreşê bigirin.

Koordînasyona Kongra Star bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke da.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

"Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya liser Jinan em di serî de hemû jinên têkoşer û şoreşger ku di hundirê malan, di kolanan, di zindanan û di çeperan de ji bo azadiyê berxwe didin silav dikin. Bi taybet jî silavên xwe yên germ ji jinên Rojhilatê Kurdistanê, Belûcistanê û hemû jinên Îranê re ku zêdetirî 2 meh bêhempa di bin dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' destana berxwedanê dinîvisin, dişînin. Dîsa hemû jin, ji Kurdistanê heta Efxanîstanê, ji Meksîka heta Hîndîstanê, ku di encamê tundiya zilam-dewlet jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin. Wek Kongra Star bi dirûşmeya 'Li hemberî hemû cûrên tundiya dewlet û hişmendiya zilam bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî' têkoşîna xwe ya azadiyê bilind dikin û bang li hemû jinan dikin cihê xwe di nav rêxistinbûyînê bigrin.

LI SER JINAN ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN

Tundiya li ser jinê çavkaniya xwe ji hişmendiya zilamperest digre. Di heman demê de hemû cûreyên din yên tûndî, ji kedxwarî bigre heta dagirkerî, ji koletî heta komkujiyan, bi desthilatdariya li ser jinê pêşketin. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî tûndî li ser jinê lazim e hişmendiya zilamperest hedef bigre. Di heman demê de lazim e dewlet ku sazîbûna herî kûr a sîstemê baviksalarî ye wek qilafeta herî xurt ku tundî li ser jinê ji nû ve ava dike, bê dîtin û pê re têkoşîneke radîkal bê meşandin.

Ev hişmendî di roja me ya îro de li seranserî cîhanê di nav hamleyeke nû de ye. Sîstema zilamperest û bîrdoziya wî ya zayendparêzî şereke taybet li ser jinan didin meşandin. Di vê çarçovê de hewl didin destkeftî û mafên jinê ku di encamê têkoşînê hatine stendin ji destê me derbixin, tevgerên jinê tasfiye û entegre sîstemê bikin, berxwedanên jinê bê pêşeng bihêlin û wiha tune bikin.

‘JIN JIYAN AZADÎ’  FORMULA EFSÛNDAR A ŞOREŞA JINÊ YE

Êrîşên sîstema zilamperest ku di roja me ya îro de di asta şereke sîstematîk tên meşandin rastiyeke din ji me nîşan dikin: Ev jî derfeta pêkanîna şoreşa jinê û tirsa pergala zilamê serwer-dewlet li hemberî vê. Qonaxa me şoreşa jinê ferz dike. Ji şoreşa Rojava heta serhildana Rojhilat û gelên Îranê ev rastî ji Kurdistanê belave hemû cîhanê dibe. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di heman demê de formula efsûndar a şoreşa jinê ye. Wateya wê azadkirina jiyanê bi pêşengtiya jinê ya ku xwe dispêre hişmendiya azadiyê, rêxistinbûyîna xweser û hêza xweparastinê.”

ŞOREŞ, BI ROJEKE SÎNORDAR NÎNE 

Kongra Star bi berdewamî got: 

“Şoreş, bi rojeke sînordar nîne. Şoreş tê wateya pêvajoyeke têkoşînê ya bêhempa. Şoreşa jin a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî jî di vê çarçovê de hin temam nebûye, berdewam e. Şoreşa me rojane bi êrîşên cuda rû bi rû dimîne. Di serî de dewleta faşîst û dijminê jin a Tirk bi armanca tasfiye kirina şoreşa me êrîşên qirker di asta şereke berfireh dide meşandin. Di herêmên bin dagirkeriyê de qirkirina jinê pêk tîne. Di êrîşên xwe yên îmhayê de bi taybet pêşengtiya jinê hedef digre. Ji ber ku di zanebûna rola pêşengtiya jinê di hundirê şoreşê de ye, hewl dide bi riya tasfiye kirina hêza pêşeng a jina rêxistinbûyî vîna azadiyê gelê me tune bike.

Di heman demê de dij-hamleya zayendparêzî ya ku di asta cîhanê de ji aliyê sîstema zilamê serwer-dewlet tê bilind kirin herêma me jî bandor dike. Bîrdoziya zilamê serwer dixwaze di mekana şoreşa jinê de dij-şoreşek pêk bîne. Hegemonyaya kûrewî ya modernîteya kapîtalîst di aliyeke de ji ber vê pêşiya êrîşên li ser herêmê me vedike, weke herî dawî di êrîşên dewleta dagirker a Tirk di 20'ê Mijdarê de hate dîtin, û bi xwe jî êrîşên civakî, aborî, siyasî û îdeolojîk pêş dixîne. Yek ji sebebên mutleq kirina sîstema tecrîd û êşkence ya Îmraliyê li ser Rêber Apo wek xwediyê formula Jin Jiyan Azadî jî ev e.

JIN PÊŞENGÊ VÊ TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ NE 

Wek Kongra Star em hemû cûrên tundî li ser jinê, çi ya hêzên dewletê çi ya zîhniyeta zilamperest di hundirê civakê wek êrîşên li dijî şoreşa jinê dibînin. Ji ber vê jî têkoşîna li hemberî tundî li ser jinê di çarçoveya parastina şoreşa jinê bi dest digrin. Parastina şoreşa jinê tê wateya bilind kirin û mezin kirina rêxistinbûyîna jinê. Tundiya dewlet û hişmendiya zilam li ser jinê tenê bi qanûn nayê tune kirin. Ya girîng kûr kirina hişmendiya azadiya jinê li hemberî hişmendiya zilamê serwer, xurt kirina rêxistinbûyina xweser a jin û hêza xwe parastinê.

Helwest û bersiva me wek Kongra Star li hemberî hemû cûrên tundî ya li ser jinê jî ev e. Li dijî her êrîşek li ser rastiya şoreşa jinê emê rêxistinbûyîna xwe hin xurttir bikin. Parastina şoreşa jinê tê wateya têkoşîneke radîkal û bêhempa li dijî hemû îfadeyên hişmendiya dewlet-zilamê serwer. Em pêşengê vê têkoşînê şoreşgerî ne. Em şopdarên şehîdên azadiyê ne. Em lêgervanên jiyanê azad di ronahiya felsefeya heqîqatê Rêber Apo ne.

EM DUYEMÎN ŞOREŞA JINAN PÊK BÎNIN

Ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî heta Rojhilata Navîn û hemû cîhanê, em ê duyemîn şoreşa jinê pêk bînin. Bi xurtkirina pêşengî, birêxistinbûn û hêza xweparastina jinê em ê sedsala 21'ê veguherînin qonaxa azadiyê jin û gelan. Îdîaya me mezin e, hêviya me xurt e, baweriya me qasî rojê ronî ye.

Bi vê helwestê têkoşînê em bang dikin li hemû jinan ku cihê xwe di nav şoreşê bigirin. Lazim e yek jin jî bê rêxistin nemîne. Ji ber ku di roja me ya îro de birêxistinbûyîn ji me hemûyan re weke nan û av pêwîst e. Em di qonaxeke wiha de derbas dibin. Derfetên avakirina jiyaneke azad ji her dem xurttir in. Lê di heman demê de xetere li ser têkoşînên jinan jî pir mezin e.

Bi armancê beralîkirina hemû xeteriyan û nirxandina derfetên zêrîn ji bo têk birina sîstema zilamperest em têkoşîna xwe li hemberî hemû cureyên tundî ya dewletê û hişmendiya zilam bilind dikin. Bi dirûşmeya, Jin Jiyan Azadî pêşengiya xwe di nav pêvajoya avakirina konfederalîzma demokratîk a jinên Rojhilata Navîn û cîhanê xurt bikin. Bi mîsoger kirina şoreşa jinê sedsala xwe bikin qonaxa azadiya jinê."