YJAD: Em dakevin qadan û tevlî raperîna azadiyê bibin

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û got, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku dakevin qadan, tevlî raperîna azadiyê bibin û têkoşîna hevpar mezin bikin."

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna jinê tirs berdaye nava dilê paşverû û faşîstan û hate gotin, "Têkoşîna jinê bi daxwaza 'Jin, Jiyan, Azadî' mohra xwe li çaryeka sedsala 21'ê xistiye. Em êdî ne li pişt mêr in, em bi 5 gavan li pêşiya mêr in. Li dijî mêtingeriya li ser ked û bedena me em bi berxwedanê dîrokê dinviîsînin. Ji febrîqeyan heta bi zeviyan, ji gundan heta bi bajaran, li her derê em xwe bi rengekî xweser bi rêxistin dikin.

Ji Latîn Emerîkayê ku faşîzm û paşverûtî lê bi bandor e heta bi Rojhilata Navîn, ji Rojava heta bi Îranê, ji Tirkiyeyê heta bi Iraqê li her derê têkoşîna jinê bûye sembola azadiyê."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Eger em raperîna xwe bi raperîna li dijî rejîma Mola ya li Îranê nekin yek, eger em şoreşa jinê ya li Rojava ji nedîtî ve bên, eger em di nava têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî ya li Tirkiyeyê xwe nebînin, eger em li dijî qanûnçêkeran sekneke xurt nîşan nedin em ê nikaribin wan bisekinînin. Ji ber vê yekê tundiya li dijî jinê ji van polîtîkayan cihê nîne. Me ev têkoşîn bi îradeyê, bi xwedîderketinê mezin kir û meşand."

Di daxuyaniyê de bang li jinên li Ewropayê û hemû jinan hate kirin ku raperîn, rêxistinî û têkoşîna hevpar a ji bo azadiyê li kolanan mezin bikin.