Hêvî Sarya: Li dijî faşîzm û tundiya dewlet mêr li ber xwe bidin

Endama Konseya Giştî ya KBDH'ê Hêvî Sarya got, "Li dijî dagirkerî û tundiya mêr dewletê divê jin têkoşîna yekbûyî bi rêxistin bikin."

Endama Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) Hêvî Sarya têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek bi dîmen weşand.

Hêvî Sarya diyar kir ku dîroka 25'ê Mijdarê li dijî dewletên bûrjûva, li hemberî dîktatoriyên faşîst û rejîmên faşîst ên dijminê jinê, banga têkoşînê li jinan hemûyan e û got, "Em jinên têkoşer û nasnameyên zayendî yên bindest hemûyan bi coş silav dikin. Serketineke mezin ji wan re dixwazin. Bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan em ji vir careke din soz didin ku di şerê azadî, rûmet û têkoşînê de azadiya xwe ya jinê bi şoreşa jinê tacîdar bikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî polîtîkayên dagirkeriyê, zext û zordariya rejîma faşîst, rêxistiniya têkoşîna yekbûyî ya jinan pêwîstiyeke mezin e û hate gotin, "Geşkirina şer li bendan, zêdeikrina çalakiyên li qadan, bilindkirina berxwedana gerîla û milîsan wezîfeya herî lezgîn e. Li dijî tundiya dewlet mêr, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' em dakevin qadan û bikevin çeperên berxwedanê."

Hêvî Sarya diyar kir ku zêdebûna êrîşên dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst hewldanek ji bo nixumandina nakokiya navbera gel û dewletê ye û got, "Bi van êrîşan hewl dide ku pêşî li raperîna gel, serhildana gel, serhildana jinan a li Tirkiye, Kurdistan û cîhanê bigire. Lê belê ev hewldan bi kêr nayê. Têkoşîna heyî wê veguhere serhildanên mezintir ên gel. Ne Erdogan ne jî desthilatdariya AKP-MHP'ê û dîktatoriya faşîst a mêtinger a li Tirkiyeyê li pêşiya vê dikarin bibin asteng. Şoreşa me ya jinê ya li Rojava îro li ser piyan e. Raperîna gel û jinê ya li Rojhilat berhema serdema nû ye û hêviyeke mezin diafirîne. Tevgera gel û jinê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji nû ve geş dibe, tirseke mezin dixe dilê dewleta bûrjûva ya Tirk. Wê nikaribin pêşî li tevgera gel û jinê bigirin. Bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan em soza bilindkirina têkoşîna dema nû didin. 25'ê Mijdarê di heman demê de ji bo me rojeke welê ye ku hîn bi xurtî çareseriyê ji pirsgirêkên azadiyê re peyda bikin û ber bi 8'ê Adarê ve têkoşîna azadiyê mezintir bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî tundiya dewlet mêr, ji bo 'Jin, Jiyan, Azadî', em berê xwe bidin şoreşa jinê. Em ê serweriya mêr, faşîzmê têk bibin. Azadî wê bi ser bikeve."