HDK: Di 25’ê Mijdarê de em li qadan bin

Meclîsên Jinan ên HDK’ê 25’ê Mijdarê silav kir û got “Li dijî pergala zilaman wê têkoşîna me bidome. Em ê li qadan bin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hat gotin, "Têkoşîna azadiyê ya jinan bê sînor, li ser xeta ji xwişkên Mîrabel heta Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî li çar aliyê cîhanê dewam dike û wê bidome." Em 25’ê Mijdarê silav dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya ku li her derê cîhanê deng veda, bi gotina 'Piştgiriya jinan sînoran nas nake’ porê Jîna, pênûsa heqîqetê ya Nagîhanê vediguherînin qêrîna xwe ya serhildanê.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin “Em careke din diyar dikin ku; bi hêza ku em bi hev re ji têkoşîna azadiya jinê ya li hemû cîhanê de digirin, wê têkoşîna me ya ji bo azadiyê bidome. Berxwedana me ya li dijî vê pergala mêr-zilam a mêtinger wê her tim bidome.

Em li nasnameya xwe, bedena xwe, maf û jiyana xwe xwedî derdikevin.”