Dostên Kurdan li dijî êrîşên qirkirinê daketin qadan

Kurd û dostên wan li dijî êrîşên bi ser Kurdistanê daketin qadan û xwestin êrîşên dagirkeriyê demildest bên rawestandin.

Li bajarê Gûingamp ê Fransayê, PCF, CGT, NPA, ÛDB, Solîdaîres jî di nav de, bi banga nûnerên gelek saziyên xwecih meş hat kirin. Dostên Kurdan ku li qada Place Du Centre hatin ba hev, bi berzkirina dirûşmên “Erdogan di banê NATO’yê de sûcan dike“ û “Azadî ji bo Kurdistanê“ heta ber Qeymeqamtiya Gûîngampê meşiyan.

Hevalên Şehîd Olîvîer le Claînche (Kendal Breîtz) ê Fransî yê bi eslê xwe Bretagne ku di Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de li Efrînê şehîd bû jî tev li meşa protestoyî bûn.

Di çalakiyê de danezanên ji bo balê dikêşin bi ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hatin belavkirin. Li ser polîtîkayên bi durûtî yên welatên rojava axavtin hatin kirin.

Di daxuyaniya hat dayîn de îşaret bi wê yekê hat kirin ku ne ji bêdengî, firotina çekan û piştgiriya hêzên NATO’yê be Erdogan wê newêre ku tu tiştî bike.

- Bila dewleta Tirk dev ji bombekirina Rojava berde, dawiyê li bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê bîne.

- Bila rêxistinên Kurd ên mîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya rêxistinên terorîst ên YE’yê bên derxistin.

- Em daxwaza berdana damezirînerê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî yên li Îranê dikin.

- Bila razemeniya li aboriya Tirk a şirketên mîna AXA yên li Fransayê bê astengkirin, razandina bi milyonan pere li şirketên aîdê artêşa Erdogan bê qedexekirin û çekan nefiroşin Tirkiyeyê.