Jinên Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî, bi dirûşma ‘Bi ruhê Jinên şoreşger em ê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşîn’ meşiyan.

Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî meşiyan. Meş bi amadebûna tevahî jinên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî“, “Bê Serok jiyan nabe“, “Bêjî hêza jinê“ û “Jin jiyan azadî Sara, Rojbîn, Ronahî“ hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Bi ruhê jinên şoreşger em ê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşîn“, “Jin jiyan azadî“, alên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên şoreşger hatin hildan.

Meş heta parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir, li vir ji bo giyanên şehîdan rêz hate girtin û daxuyanî hat xwendin. Li ser navê jinan Nûran Sezgîn axivî. Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand bi ser têkoşîna jinan ya li dijî desthildaran û got: “Divê pêvajoyê de têkoşîna jinan gihiştiye asta herî jor. Hişmendiya di sala 1960’an li Komara Domînîk hersê xwişk qetil kirin di sedsala 21’an de jî li ser kare. Li Rojhilta Navîn bi fikrê Rêber Apo wê ev hişmendî bê tunekirin. Berxwedana her sê xwişkan ya li hember dagirkeran bûye bingihê têkoşîna jinên şoreşger.  Bi heman awayî têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê jî ji bo tevahî jinên cîhanê bûye mînak.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.