TêkoJIN’ê sirûda ‘Tîrêjên Rojê’ çêkir

TêkoJIN’ê klîbek li ser birêxistinbûna ji bo têkoşînê ya jinan derxist. Bi klîba bi navê “Tîrêjên Rojê“ hat derxistin hemû jinên li dijî tundiyê têdikoşin, hatin silavkirin.

Tevgera Jinên Têkoşêr (TêkoJIN) bi navê “Tîrêjên Rojê“ klîbek derxist. Mijara klîba “Tîrêjên Rojê“ têkilî û nakokiyên jinên ciwan ên bi pergala kapîtalîst, baviksalarî, û veqetîna ji pergala modernîteya kapîtalîst e.

Di klîbê de, têkoşîna jinên ciwan, hatina ba hev di nava rêxistinê de bi awayekê hunerî tê nîşandan. Jinên ciwan ên klîba amade kir, got ku TêkoJIN’ê bi amadekirina sirûdê xwestiye ku deng li hemû jinên ciwan bike û bang li wan bike ku tev li pêngava birêxistinê bibin.

TêkoJIN’ê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî û çalakiyên protestoyî yên jinên li seranserê cîhanê têdikoşin, bi klîba ‘’Tîrêjên Rojê silav kirin.

Ristên sirûdê ev in:

“em tirêjên rojê ne

rêwiyên azadiyê ne

fikrên me de hêviyên me

di meşa me de têkoşîn

di fikrên me de hêviyên me

navê me ye TêkoJIN

~

dorpêça qanûna ne

beden û ruh hîn bindest e

nefesa me nemaye

destên dirêj li ser qirika me

~

jana me hemû wek hev

me xwe kir yek ref bi ref

taqeta me nemaye

teniya rê têkoşîn e

~

di warê şahmeranan de

qetlîama hovane

dema me pir nemaye

çavên me li rê ne“