Li Lînzê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Kurdistanî û Awûstûryayî bi boneya 25’ê Mijdarê li bajarê Lînzê çalakî li dar xistin.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê gelek saziyên sivîl û DEM-KURD'ê çalakiyek li dar xistin.

Xebatkarên SOS mit Menschen, Frauenburo Linz, Frauenhaus Linz, Volkshilfe OO, Arcobaleno Fluchtlingshhilfe û Navenda Çanda Kurd a Demokratîk li avahiya Şaredariya Lînzê kom bûn û 28 cînayetên jinan ên li Awûstûryayê anîn rojevê. Jinên ji 28 neteweyên cuda, bi kincên spî yên ku sembola mirinê ne, li ser pira herî qelebalix a bajêr bi mûm û pankartan di destên xwe de xwepêşandanek li dar xistin. Jinan piştre li kolana herî qelebalix a bajêr Landstrasse belavokên TJK-E ya 25'ê Mijdarê belav kirin.

Jinên Kurdistanî di hevpeyvîna bi radyoyeke herêmî ya FRO re de, bal kişandin ser dirûşma 'Jin-Jiyan-Azadî' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nirxandina Abdullah Ocalan ê ku dibêje "Jin di civakê de çiqas azad be, civak ewqasî azad dibe".

Jin li Martîn Luther Platzê ku yek ji cihên herî qelebalix ê Lînzê ye, di çarçoveya organîzasyona Platforma Jinan a Rosa de kom bûn û mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de yek ji nûnerên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê Loranza Julia axivî û diyar kir ku herî zêde jin û zarok mexdûrên şer in û jinên ku li Kurdistanê li dijî dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, silav kir.

Di çalakiyê de jinên Kurd jî şanoyek pêşkêş kirin.

Meş heta ber Qesra Walîtiyê ya li Qada Promenade berdewam kir. Derdorparêzan jî piştgirî dan çalakiyê.

Mîtîng bi dirûşma 'Jin-Jiyan-Azadî' bi dawî bû.