Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

Jinan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî li dar xistin û peyamên berfirehkirina têkoşîn û piştgiriyê dan.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê bi wesîleya 25’ê Mijdarê li avahiya baroyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de pankarta “Jin jiyan azadî” hat vekirin û gelek parêzer tevlî civînê bûn. Daxuyanî bi zimanê Kurdi ji aliyê Parêzer Bêrîtan Kalbişen û bi zimanê Tirkî jî ji aliyê Parêzer Dîcle Sumer ve hat xwendin.

Parêzer Dîcle Sumer di şexsê Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Pinar Gultekîn, Fatma Altinmakas, Îpek Er, Mûzeyyen Boylu, Meryem Sevîm de hemû jinên ku bi tundiya mêr-dewlet hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Em siyaseta mêr ku li ser laş û jiyana me tê meşandin qebûl nakin. Em ji desthilatdariyê re dibêjin, ‘qanûnan bi cih bînin’. Em careke din diyar dikin ku em ê ji bo jiyaneke bê tundî têbikoşin. Em daxuyaniya xwe bi daxwaza ‘Jin jiyan Azadî’ ku li Îranê mezin bûye û bûye dirûşmeya têkoşîna azadiya jinê, bi dawî dikin. “

Daxuyaniya DTSO’ê  Meclîsa Jinê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha gotin: “Îro jî jin li mal, kolan, şer, kar û li her derê tundiyê dibîne. Ev rewş ne tenê bandorê li ser kesê ku tundiyê dibîne, di heman demê de bandorê li ser zarok,  xizmên wan û jiyana civakî jî dike.“

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku şêweyê tundiya herî girîng, tundiya aboriyê û wiha hate gotin: “Ev rewş tundiya fizîkî û cureyên din ên tundiyê zêdetir dike. Em Meclisa Jinan a DTSO’yê li hemberî her curê tundiyê bi taybet tundiya aborî têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li raya giştî û hemû saziyên xwe dikin ku ji bo cîhanek bê tund dest bidin hev.”

ENQERE

Navenda Mafên Miorvan a Baroya Enqereyê û Navenda Gelîncîk a Baroya Enqereyê jî têkildarî 25’ê Mijdarê li Eywana Konferansan a Navenda Perwerdeyê ya Baroya Enqereyê panelek li dar xist. Rûniştina ewil a panelê bi sernavê “Tevgera Jinan a li Cîhan û Tirkiyeyê û Polîtîkayên Rojane” li dar xist. Gelek jin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li panelê bûn. 

Di panelê de ewil ji Fakûlteya Zanistên Zanînên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Serpîl Sancar axivî. Sancar anî ziman ku li Tirkiye û cîhanê pirsgirêka jinê, bûye mijara siyaseta gerdûnî û got ku tevî vê yekê jî jin ji siyasetê tên dûrxistin. Sancar her wiha di vê serdema ku Tirkiye ketiye qada hilbijartinê de jî bal kişand ser girîngiya temsîliyeta jinan. Sancar destnîşan kir ku nûnertiya jinan di nava partiyan de, dervî partiya HDP’ê lewaz e. 

Civaknasa Îranî Sara Baherîîrad di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinê ya di pêvajoya dîrokî ya Îranê de û got, "Xerabiya herî mezin a ku ji aliyê Rojava ve li me hatiye kirin, şerê Îran-Iraqê ye. Piştî vî şerî azadiya jinê weke tiştekî luks û bêqîmet hate dîtin.”   

Parêzerên Baroya Enqereyê bal kişandin ser girîngiya tevgera jinan. Di panelê de girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS'ê hate bibîr xistin û zextên li ser têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin. 

EDENE

Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê jî bi heman wesîleyê li avahiya edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê parêzer Eylem Coşkun axivî û da zanîn ku jin li her devera cîhanê li dijî cihêkarî, newekheviya zayendî, kedxwarî û tundiya li nava malê û civakê bi ruhê piştevaniyê têdikoşe. Coşkun, bang li rayedaran kir ku li dijî tundiya ser jinan bi peywira xwe rabin û wiha domand: “Em li dijî sererastkirinên qanûnî yên ku Peymana Stenbolê, CEDAW û peymanên din ên navneteweyî ku mafên jinan û destkeftiyên wan mîsoger dikin ji holê radikin. Em ê ji bo jiyaneke wekhev û azad, bi hev re têbikoşin.”  

Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) ya Yekitiya Odeyên Ednezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Edeneyê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê zêde dibe û got ku divê li dijî tundî û hovîtiya li ser jinan, piştevaniyeke civakî bê raberkirin.  

ANTALYA

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Antalyayê jî têkildarî mijarê li avahiya xwe daxyaniyek da. Hevseroka Şaxa SES’a Antalyayê Şukran Îçoz di daxuyaniyê de axivî û got ku jin weke hêza kar a erzan tên dîtin. Îçoz ev tişt anî ziman: “Em ê tenê bi têkoşîneke rêxistinkirî bikarin rê li ber vê kedxwariyê bigirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî her cureyên tundiya li ser jinê bidomînin.

STENBOL

Komîsyonan Jinan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Postaxaneya Galatasaray a li Beyoglûyê ji bo partiyên siyasî yên ku kom û parlamenterên wan li Meclisê hene name şandin. Di nameyê de ji partiyên siyasî hat xwestin ku ji bo Peymana Stenbolê bikevin nava liv û tevgerê û hat gotin ku jin dê dev ji peymanê bernedin.

MUGLA

Komîsyona Mafên Jinan û Wekheviya Zayendî ya Baroya Muglayê di 25'ê Mijdarê de li ber Edliyeya Muglayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di heman demê de bi awayek hemwext li Edliyeya Fethiye, Ortaca û Bodrumê ya Muglayê jî daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku di navbera 1’ê Çile û 23’yê Mijdara 2022’an de li welêt herî kêm 296 jin hatine qetilkirin û hat destnîşankirin ku 17 ji wan jinên koçber in. Di daxuyaniyan de hat gotin, "Ji van daneyan herî kêm 169 mirina jinan weke 'biguman' hatin qeydkirin. Di 9 mehên sala 2022'an de mêran 118 jin tacîz kirine, 187 zarok rastî îstîsmarê hatine, 605 jin rastî şîdetê hatine, 24 jin rastî destavêtinê hatine. Li 372 jinan destavêtin hate ferzkirin. Di neh mehên destpêkê yên sala 2022'an de jî herî kêm 32 zarok hatine qetil kirin.

MÊRDÎN

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Şahmaranê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê xwest li Mêrdînê meşekî li dar bixe. Bi vê wesîleyê li ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn û xwestin ber bi Parka Karayollariyê ve bimeşin. Di çalakiyê de jinan pankarta “Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” hat vekirin û çalakvanan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, Kobanê nakeve” û “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî, hevşaredar, endam û rêveberên HDP, DBP, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Platforma Jinan a Şahmaranê, Meclisa Jinan û gelek sazî tev li çalakiyê bûn.
 
Lê belê avahiya partiyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û meş hat astengkirin. Li dijî vê yekê jinan dirûşm berz kirin. Di vê navberê de komeke jinan ku Hevseroka HDP’a Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî jî di nav de bû, bi meş hatin ber deriyê partiyê û bertek nîşanî dorpêçê dan. 

Daxuyaniya 25’ê Mijdarê ji hêla Rêvebera HDP’a Mêrdînê Ayşe Bozan ve hat xwendin. Bozan, diyar kir ku mîrateya Xwişkên Mîrabelan dewr girtine û têkoşîna wan heta roja me roj bi roj mezintir dikin û wiha domand: “Îro tê zanîn ku jin hem li Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî li tevahiya cîhanê bi awayekî fîzîkî, di qada aborî, civakî, siyasî, çandî û felsefî de li rastî her cureyên êrîşan tên. Em dikarin bibêjin ku di modernîteya kapîtalîst de çawa ku jin hatin binaxkirin; pergala mêran jî her ku çû, rê û rêbazên êrîşên xwe kûrtir kirin. Îro jî bi şêweyekî hovanetir êrîş dike. Lê li dijî pergala baviksalariyê, pêşketinên berxwadana jinan êdî bi awayekî herikbar xwe diguherîne û geştir dibe.”

Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar bertek nîşanê dorpêçê da û ev tişt anî ziman: “Ji bo jinan barîkatan danin lê li hêla din kujeran diparêzin. Di bingeha siyaseta AKP-MHP’ê de qirkirin, tunekirin, kuştin û necezakirina kujeran heye. Kolan ên me ne, em dê stran, gotin û dirûşmên xwe li kolan û li her derê bistirîn û bibêjin. Me carekê tovê azadiyê avêtiyê vê axê. Em li hemberî we gavekê jî paşde naavêjin. Em ê têkoşîna xwe li her deverê bidomînin.” 
 
Çalakî, bi çepik û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
Di daxuyaniyan de berxwedana jinên Îran û Rojhilat jî hat silavkirin.