Li Rojava jin ji bo 25'ê Mijdarê daketin qadan-HAT NÛKIRIN

Jinên li herêmên Efrîn, Kobanê û Hesekê ji bo 25’ê Mijdarê daketin qadan.

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Kobanê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Kobanê, ji sibehê ve berê xwe da Qada Şehîd Egîd a li naverasta Kobanê.

Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û piştre li Qada Jina Azad mîtîngek li dar ket.

Li qadê endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl îşaret bi pêwîstiya parastina metoda berxwedana jinan kir a ku bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan û Azadî’ serî hildane û got: "Dijmin hewl didin jina azad a di civakan de têk bibin, hewl didin şoreşa jinan a Rojava têk bibin. Lê em xwediyê berxwedanê ne.”

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25′ê Mijdarê û sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê çalakiyên cur bi cur hene.

EFRÎN

Kongra Star a herêma Efrînê bi boneya 25′ê Mijdarê meşek li kampa Serdemê ya Şehbayê li dar xist.

Beşdaran pankartên "Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî", "Qirkirina jinan qirkirina civak û mirovahî ye", "Bilindkirina têkoşîna jinan garantiya azadiya rêber Apo ye", "Na ji tundiya li dijî jinan re" hildan.

Meş li qada Parka Rêber Apo ya li gundê Til Sosîn veguherî mîtîngê, li wir endama rêveber a Kongra Star Elîf Mihemed berxwedana jinan li Şehba, Efrîn û tevahî cîhanê pîroz û silav kir.

Elîf wiha got: "Jinên li Kurdistanê kesayeta xwe di tevahî aliyên siyasî, aborî, çandî û hwd de li hember zihniyeta baviksalarî îsbat kir û ji bo azadiya xwe tê koşiyan."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a herêma Efrînê Menal Şêxo berxwedana Şoreşa Rojava û Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir.

Menal got dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êrişê herêmê dike û ji bo şikandina vîna jinan û vîna civakê jinên pêşeng dike hedef.

Li dawiyê sînevîzyonek li ser dîroka tundiya li ser jinan hate pêşandan. Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

HESEKÊ

Meş ji Çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ber bi çerxerêya Agirkujiyê ya naverasta bajar ve destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Jiyan Jiyan Azadî", "Na ji dagirkeriyê ya dewleta Tirk re", Jin semola azadiyê ye"  û "Mil bi mil li dijî êrîşên faşîzmê" hatin berzkirin û wêneyên şehîdan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re " hatin berzkirin.

Li Çerxerêya Agirkujiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Bûtî axivî û got: "Ji bo tevahî şehîdên azadiyê yên şoreşa Rojava ya bi serkêşiya jinan, ji bo Zeyneb, Nagîhan, Jiyan, Ronahî û tevahî şehîdên êrîşên dewleta Tirk a dagirker em dibêjin na ji dagirkeriyê re."

Welîda Bûtî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbitrina îrade û şoreşa jinan e û wiha domand: "Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ya ku bûye dirûşmeya gelên Rojhilata Navîn wê neçe. Ev dirûşme li çar parçeyên Kurdistanê ji bo mîsogerkirina azadiya tevahî jinan tê berzkirin."

Endamê Meclîsa Giştî ya PYDʹê Ebdulxenî Oso jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji 2011ʹan ve êrîşê gelê azadîxwaz ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got ku hevgirtina pêkhateyên herêmê wê dagirker û planên wê têk bibe.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû.

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê Kongra Star çalekiyek li qada Goristana Şehîdan li dar xist. Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên Kongra Star û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Bi nav Kongra Star endama rêveber a kongreyê Madlîn El Ubeyd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa roja 25ʹê Mijdarê û ragihandina wê rojê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û cûreyên tundiya li ser jinan hatin kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinan piştî ku projeya neteweya demokratîk naskirin, maf û hebûna xwe jî nas kirin û xwe bi rêxistin kirin.

Her wiha îşaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin û wiha hate gotin "Ev êrîş li dijî jinan e, armanc jî lawazkirina îrade û hêza jinan e ."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirovahî û jinan bi taybet rawestînin.