Taşdemîr: Jinên Kurd pêşengiyê dikin

Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, bal kişand ser berxwedana jinên Rojhilat û Rojava û diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya dîrokî ji hemû cîhanê re pêşengiyê dike.

Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' daxwaza civakî û manifestoya azadiyê ya sedsalê di nava xwe de dihewîne.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dirayet Taşdemîr bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî ji ANF'ê re axivî. Taşdemîr, anî ziman ku di van 20 salên dawî de bi polîtîkaya zilamsalar a desthilatdariya AKP'ê ya faşîst re tundî, tacîz û qetlîamên li ser jinan zêde bûne û wiha got: “Ev yek ji aliyê pîvanên navneteweyî ve jî tê piştrastkirin. Li gorî rapora Newekheviya Zayendî ya Cîhanî ya sala 2022’an; Tirkiye di nav 146 welatan de di rêza 124’an de ye. Li gorî daneyên fermî di 10 mehên îsal de 280 jin hatine qetilkirin. Li her qadên jiyanê şîdet û zexta li ser jinê zêde dibe. Siyaseta AKP'ê ya 20 salan di zêdekirina tundiya mêran a li ser jinê de rolek pir cidî dilîze. AKP’ê hem bi axaftinên xwe yên siyasî hem jî bi gavên xwe yên hiqûqî vê dike. AKP’ê destnîşan dike ku divê jin li malê bin û xizmeta mêran bikin. Her ku ev fikir xurt dibe, mêr tundiyê li dijî jinên ku li dijî vê yekê derdikevin bikar tînin. Bi taybetî bi polîtîkayên şer re siyaseta mêraniyê kûrtir dike. Awayê ku neteweperestî, nîjadperestî û şovenîzma mêr di her warê jiyanê de xwe nîşan dide, weke şîddet vedigere.”

JIN JI GUHERTINÊ RE PÊŞENGÎ DIKIN

Taşdemîr, da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd a demdirêj di berxwedana jinên cîhanê de xwe nîşan dide û wiha dewam kir: “Îro li Rojhilata Navîn, Rojava û Rojhilat li dijî faşîzm, desthilatdariya mêr û mêtîngeriyê, pêla serhildana jinan heye. Ew pêşengiya tevahî guhertin û veguhertina civakî dikin. Di tevgera jinên cîhanê de, bi taybetî jî di têkoşîna jinên Rojava, Rojhilat û Rojhilata Navîn de, têkoşîna ku jinên Kurd ev nîv sed sal in daye meşandin, bi awayekî cidî nîşan dide. Guhertin û veguhertina ku jinên Kurd û Kurdan bi taybetî li Rojava û Rojhilat daye destpêkirin, serhildana perspektîfa siyasî ya ku jin û mêr dixwazin tê de jiyaneke çawa bijîn, xurtir dike.”

NEXŞERÊYEK PIR CIDÎ YE

Taşdemîr destnîşan kir ku dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' daxwaza civakî û manîfestoya azadiyê ya sedsalê di nava xwe de dihewîne û wiha got: "Bandor û hêza dirûşmeyê, wateyên pir kûrtir di nava xwe de dihewîne. Dema ku li Rojhilata Navîn serhildan û îtîrazên jinan veguherî serhildanê, li gelek welatan tevgera jinan û tevgera femînîst nîqaşên îdeolojîk û siyasî yên giran anîn ziman. Li Rojava tevgereke jinê ya pir xurt, tevgereke femînîst a xurt heye. Di gelek waran de jî mafên bidestxistî hene, lê ev demeke dirêj e di nava tevgera jinê de pirsgirêka xetê heye. Mijara ku di van demên dawî de tê dîtin, perspektîfa bîrdozî ya ku ji aliyê jinên Rojhilata Navîn û Kurd ve hatiye xêzkirin, li wir jî veguheriye nexşeyek pir cidî. Dirûşmeya 'Jin,jiyan, azadî' bi xwe hem li gelek deverên cîhanê nîqaşên felsefî anî û hem jî gerdûnîbûna têkoşîna jinê derxist holê. Jin li dijî van hêzên serdest, despotîk, faşîzm û mêtînger, tevî hemû cudahiyên etnîkî, jiyaneke bi hev re çawa dibe nîşan didin. Tenê bi azadiya jinê re sînordar nakin; Pir eşkere ye ku hewl didin xweza û jiyanê ji nû ve ava bikin. Têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd hem ji tevgera jinê, hem jî ji têkoşîna civakî rê pêşengiyê dike."

DENGÊ ÎTIRAZÊN CIVAKÎ

Taşdemîr, diyar kir ku bi ronahiya danezana ku weke HDP, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsên Jinan dane, wê îro li qadan bin û wiha got: "Em li dijî qirkirin û desthilatdariya mêran li qadan bûn. Jinan li her qadê li dijî hemû polîtîkayên zext, qirkirin û dagirkeriyê têkoşiyan. Ji bo ku em li dijî pêkanînên polîtîkayên faşizan ên şer, tecrîd û dagirkeriyê bertekên xwe bikin yek, me deklarasyonek amade kir. Weke her sal bi jinan re, meş, panel û civîn hatin lidarxistin. Di warê wateya 25’ê Mijdarê de wê bibe roja bertek û îtîraza civakî ya herî bilind.”