YJA Star: Baweriya bi Rêber Apo tê wateya xwedîlêderketina nirxên wî ava kiriye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê salvegera 44’emîn a avabûna PKK’ê pîroz kir û got “Baweriya bi Rêber Apo tê wateya jiyîna wekî ya dawî, tê wateya xwedîlêderketina nirxên ku wî ava kiriye û pêkanîna wê.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê salvegera 44’emîn a avabûna PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di sala 50’emîn a helwesta Rêbertiya me de em bi serbilindî û kêfxweşî salvegera fermî ya 44’emîn ya Tevgera me ya Azadiyê pîroz dikin. Tevgera me ya Azadiyê PKK, di her kêliyê de berdêlên mezin da, êşên mezin kişand, destkeftiyên mezin bi dest xist, ber bi serkeftinên mezin meşiya, bi jin û gelan da qezenckirin û kete sala xwe ya 45’emîn. Em salvegera partiya xwe PKK’ê, li Rêber Apo yê ku rêberê hemû destkeftî û serkeftiyan e, li şehîdên xwe yên ji bo azadiyê ber bi rojê ve meşiyan, li gelê xwe yê ku dara azadiyê bi xwîna xwe avdane, li şervanên ku bi sonda parastina cewherê fedaî şer kirin, li hevalên xwe yên ku li zindanan bi berxwedana xwe sîleyên mezin li dijmin dan, pîroz dikin.

Ji Hakî Karer û Sakîne Cansizan heta Mizgînan, ji Mahsûm Korkmazan heta Bager Gever û Adndre Ûtayan, ji Xwedawenda me ya azadiyê Zîlanan heta Sara Tolhildanan, ji Şîlan Kobanêyan heta Ekîn Bingolan, ji Gulnaz Karataş a ku nûnera berxwedanê ye heta Mardîn Pênaberan , ji Bêrîvan Zîlanan heta Delal Nûrhakan, ji Armanc Goşkaran heta Ahmet Rûbaran, ji Viyanan heta Rojda Kotolan, ji Canpolat Araban heta Ronahî Devrîman, ji Peyman Bagokan heta Ekîn Vanan, ji Çekdar Mardînan heta Şervan Erkendîyan, ji Nûrî Yektayan heta Bêrfîn Rêbazan, ji Delal Amedan heta Rûken, Ciwana û Amarayên bûne fedaî, em hemû şehîdên xwe yên ji her dera dinyayê hatin û li dora paradîgmaya mirovayetî û azadiyê ya Rêber Apo kom bûn, bi rêzdar, hesret û hezkirin bi bîr tînin.

Tevgera me ya Azadiyê PKK, bawer kiriye ku dema azadiyê ya gelê Kurd û jina hatiye, cesaret ji xwe re kiriye giyan, îrade û exlaq ji xwe re kiriye tarza şer, di şexsê gelê Kurd ê bindest de, azadiya hemû gelan û jinan ji xwe re kiriye armanc, di serfiraziya sosyalîzmê de azadî dîtiye û ew derxistiye holê. Ji ber ku bû rêxistina kesên azadiyê dixwazin, jin a ku herî zêde pêdiviya wê hebû di nava PKK'ê de cihê xwe girt û berê xwe da nav refan.  Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê ji nava têkoşîna afirandina nasnameya Kurd a azad rabû. Di nava zayînê de ji nû ve zayineke din çêbû. Ji ber van sedeman avabûna PKK’ê ya di 27’ê Mijdarê de hem ji bo Kurdan hem jî ji bo jinan qonaxek e. Di vî warî de PKK’ê; qad û zemîna şoreşa jinê afirand. Yek ji nûbûnên girîng ên ku Rêber Apo hem li şoreşên cîhanê yên giştî û hem jî ji têkoşîna azadiya jinê zêde kiriye, di vî warî de ye. Jinên ku li hemberî pergala serdest a mêr ewqas biyanî û bêhêz bûne dema bi afirandina qada xwe ya şoreşgerî xurtir bibin; zanist, hest, etîk û estetîka xwe, feraseta hezkirin, redkirin û qebûlkirina xwe mezin bikin, ev tişt gelekî girîng û hêja ye. Di rastiyê de serhildan û têkoşîna azadiyê ya jinan ku weke rastiya herî mezin a sedsala 21’an derket holê û wateyek ku em dikarin weke bihara jinê pênase bikin, bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ serfiraziya paradîgmaya azadiyê daniye holê.  Di rewşa niha de hedefa yekemîn a desthilatdar, qirker û mêtingerên ku êrîşî berxwedana Zapê, şoreşa Rojava, azadiya Şengalê kirin, êrîşî hişê jinê yê xwedî bîr û rexnegir dikin ev e ku Şoreşa Azadiyê Jinê ya ku Rêber Apo ew afirandiye ji holê rakin.  Li ser zemîna rastiya sedsala 21’emîn de ev sedsal bûye sedsala ku modernîte ketiye krîzê, hemû nakokiyên rê li ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn vekiriye û problema azadiyê zêdetir derketiye pêş.  Tespîta ku wê ev sedsala bibe sedsala jinan û asta ku gihiştiyê, nîşaneya herî mezin e ku têkoşîna me ya azadiyê bûye gerdûnî.

Rêber Apo; li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku weke 'faşîzma sedsalê' bi nav dike, 'berxwedana sedsalê' ku PKK’ê derxist holê, bi Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî şer dike û bi ser dikeve. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a ku hemû teknîka di destê xwe de li dijî şervanên azadiyê bi kar anî û weke hovîtiya herî dawî bikaranîna çekên kîmyewî, tevgera me ya Azadiyê PKK, bi ruhê xwe yê ku xwe ji êşê afirand, vîna xwe ya pola û dilê xwe yê serketî re careke din derxist holê ku mejiyê mirovan teknîka herî mezin e. Rêber Apo hêza herî mezin a PKK'ê û şoreşa jina azad e, ku wê nîvsedsala xwe temam bike, di sedsala 21'an de gerdûnî bibe û bi navê azadiyê îlhamê bide hemû gelan.

Li Zap, Avaşîn, Xakurkê, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediye nûnertiya ruhê fedaîbûnê hate kirin. Di hembêza xwe de xwedîkirina çanda kurdayetiya birûmet; PKK’ê ya ku li Botan, Serhat, Kobanê, Amed, Garzan, Heleb, Erziromê mezin bû, vîna kurdayetiyê ji nav betonê derxist. Ev cewhera PKK'ê ye ku li her dera Kurdistanê veşartiye û hestên yekemîn ên Kurdê azad vedişêre nava dîrokê. Sekn û qadên berxwedanê yên şer ku careke din tînin bîra me ku pêwîstiya bi hesreta azadiyê vîn û cewhera mirovahiyê çavkaniya hêviyê ye, temsîliyeta ruhê serkeftinê yê PKK'ê ye. Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal ên ku di vî şerî de li dilê dijmin xistine û bi çalakiya xwe ya fedaî bûne abîdeya azadiyê, mînaka herî mezin a tolhildana PKK'ê ne.

Bi Rêber Apo bawer kirin, mîna wî jiyan kirine. Xwedî li nirxên ku wî avakirî derketin û di kesayeta xwe de pêk anîne. Li ser vê bingehê gelê me û jin li ser meşeke bi vî rengî mezin bûne, bi hêz bûne û bûne îrade. Di vî warî de xwedîlêderketina azadiya ku wesiyeta şehîdên me yên di Şerê Gel ê Şoreşgerî de ye, bicihanîna peymana sonda azadiyê ya bi Rêber Apo re girîng e û erkeke dîrokî ye. Dem dema tolhildana ji mêtîngeran e yên ku êrîşî Rojava kirine. Şoreşa Azadiyê ku gelê me bi berdêlên mezin bi dest xistiye, ji bo jin û mêrên ku li ser vê bingehê bimeşin, têbikoşin û bijîn wê sedsala 21’emîn bibe serdema azadiyê. Di vî waî de ji bilî têkoşîna bi şêwaza şer a Rêber Apo û bidestxistina serketinê tu rêyek din tune ye. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin û azadiyê bidin hemû gelan. Weke YJA Star; ji hemû hêzên ku dixwazin welatê me, ji bo me bikin dojeh, sonda herî mezin a bi rûmet e ku em ê bidin şehîdên xwe yên dîrokî ku em ê bi ruhê fedaî yê PKK’ê û şêwaza Apoyî bersiva herî mezin bidin.”