Li Helebê meşa 25’ê Mijdarê: Şoreşa jinê wê bi ser bikeve
Li Helebê jin bi boneya 25’ê Mijdarê meşiyan û diyar kirin ku şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana gerîla wê bi ser bikeve.
Li Helebê jin bi boneya 25’ê Mijdarê meşiyan û diyar kirin ku şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana gerîla wê bi ser bikeve.
Li Helebê ji bo piştgiriya şoreşa jinê û berxwedana gerîla meşek ji pêş jêrzemîna 8′ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dest pê kir, tê de jin, mêr û ciwanên ji hemû pêkhateyan, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û xwendekar amade bûn. Meş li kolanên taxê berdewam kir û ber bi herêma Cebanat a rojhilat a Şêxmeqsûd dom kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Sosin Bîrhat, Selma, Mizgîn Bozan, Rojîn Îsa, Jîna Emînî, alên Kongra Star û YPJ′ê hatin hildan.
Li vir, hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Suad Hesen axivî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC′ê silav kirin. Suad got: "Wek em dizanin roja 25′ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ye, dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya hikûmeta Erdogan a faşîst êrîşên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û ji çend mehan ve hêzên gerîla bombebaran dike."
Suad diyar kir ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gerîla, tundiya li ser jinan bi xwe ne, bi van êrîşan tundiyê li jinan dikin û got: “Em mirov û xaka xwe ji dest didin, ji ber wê jî divê gelê me bêhtir xwe li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker berpirs bibîne û piştigiryê bide QSD′ê.”
Piştre, endama rêveber a Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Helebê Rojiyan Hisên axivî û wiha got: “Em berxwedana YPJ-Star‘ê heta bi berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin. Em şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya vê berxwedanê dikin û li hember zihniya baviksalarî radibin."