Li Lavrîoyê jin li dijî şîdetê meşiyan

Li Kampa Lavrîoyê bi boneya 25’ê Mijdarê bi pêşengiya TJK-E’yê meşek hat lidarxistin.

Jinên li Kampa Lavrîoyê ya girêdayî paytexta Yewnanistan Atînayê dijîn, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navnetewî daketin qadan.

Bi sedan kes bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurd a Demokratîk hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” meşiyan. Girseyê pankart û dovîzên wêneyên jinên şoreşger ên Kurd ên di Têkoşîna Azadiya Kurd de şehîd bûne û “Jin jiyan azadî” li ser hatibûn nivîsîn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, TJK-E û YPJ’ê hildan. Di serî de Îmralî berxwedana ku li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye, silav kirin.

Jinan bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Bijî Serok Apo”, “Faşîst Tirkiye” û “Dîktator Erdogan” berz kirin û piştre li qada Lavrîoyê daxuyanî dan. Daxuyanî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê TJK-E’yê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de berxwedana ku bi pêşengiya jinê pêş dikeve, hat silavkirin û hat diyarkirin ku wê li dijî hişmendiya mêr-dewletê, paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd, bi pêşengiya Rojava bê xistina nav jiyanê û wê berxwedana jinan serkeve.

Çalakî bi berdana balonên ku wêneyên jinên şehîd li ser bûn û berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.