JIN
Hemû Nûçe
-
Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh êvarê rastî cenazeyên 3 jinên li Kampa Holê hatin qetilkirin hatin. -
TAJÊ: Me tehma azadiyê kirine, em xaka xwe ji kesî re nahêlin
TAJÊ êrişa hêzên Iraqê ya li ser Şengalê weke êrişa li ser bawerî, hebûn û îradeya civaka xwe pênase kir û got, "Me tehma azadiyê kirine. Em xaka xwe ji kesî re nahêlin." TAJÊ got, dayikên Êzidxanê wê li pêşiya hewldanên tunekirinê bibin mertal. -
Ji bo Aysel Tûglûk banga piştgiriyê hat dayin
Însiyatîfa 1000 Jinan a ji bo Aysel Tûglûk ku ji bo azadiya Aysel Tûglûk kampanyayê birêve dibe, banga piştewaniyê kir. -
TJK-E: Em dakevin qadan û îradeya xwe biparêzin
TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da û bang li Kurdên li Ewropayê, jinên Kurd, hêzên şoreşger û demokratîk, hêzên femînîst kir ku dakevin qadan, xwedî li îradeya azad derkevin û Kurdistanê biparêzin. -
Bûldan: Wê jin jiyanê ava bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Em jin em ê jiyanê ava bikin. Wê jin edaletê pêk bînin”. -
Tûana Gençer: Têkoşîna jinan êdî nikare bê astengkirin!
Endama Komeleya 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Tûana Gençer diyar kir ku doza girtinê ya li komeleya wan hatiye vekirin wê nikaribe pêşî li têkoşîna wan bigire û got, "Tevgera jinê êdî gelekî xurt e." -
Li Platforma 'Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin' doza girtinê hate vekirin
Li hemberî Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin doza feshkirinê hate vekirin. -
RJAK'ê Uveyş Ocalan bi bîr anî
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan di salvegera wefata wê de bi bîr anî. -
TAJÊ dayika Uveyş bi bîr anî
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di salvegera wefata wê de bi daxuyaniyekê Uveyîş Ocalan a ku dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e bi bîr anî û got “Dayê Uveyş di kesayeta xwe de, çanda me ya hezaran sal temsîl dikir.” -
Çalakvanên jin: Kuştin û xwekuştina jinan bûye diyardeyek rojane
Çalakvanên kar û barên jinan bal dikişînin li ser zêdebûna rêjeya kuştin û xwekuştina jinan û dibêjin; “Ji bo rizgarbûna ji şîdetê, jin tên neçarkirin ku xwe bikujin.” -
Komxebata Jinên Êzidî: Felsefeya Rêber Apo Bingeha Azadiya Jinên Êzidî ye
Li Şengalê bi tevlêbûna hemû endamên jin ên di saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin komxebatek bi pêşengiyaTAJÊ hat lidarxistin. Di komxebatê de hat gotin: “ji bo Azadiya Rêber Apo çi ji me bê xwestin emê bikin.” -
Li Rihayê jinek hate qetilkirin
Jina bi navê Yasemîn el Casim a Sûriyeyî li taxa Halîliyeyê di mala xwe de bi amûra birînê hat qetilkirin. -
Li Edeneyê jinek hate kuştin
Li navçeya Yuregîr a Edeneyê, Şukriye Sevînç ji aliyê Omer Sevînç ê ku jê cihê dibû, hate qetilkirin. -
Jinnews: Meha Adarê 26 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên Jinnewsê meha Adarê herî kêm 26 jin hatin qetil kirin, 17 jin jî bi gumanbarî mirin. -
Kampanya ji bo Tûglûk dewam dike
Endama Damezrîner a Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpeklî got, ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku 6 sal in girtî ye û li gel nexweşiyê jî nayê berdan, ew karê xwe dewam dikin. -
Newaya Jin: Hin tişt hatin guhertin
Rojnameya jinê Newaya Jin bi meha Nîsanê de bû 18 salî. Rojnameyê hejmara xwe ya 205'an bi manşeta "Tiştên ku hatine guhertin hene" çap kir. -
Gerîlaya HPJ’ê Mizgîn Argeş: 4’ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e
Gerîlaya HPJ’ê Mizgîn Argeş diyar kir ku 4’ê Nîsanê bi qasî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de ev rojbûn û avabûna gelê Kurd e. -
Alkiş: 4'ê Nîsanê ji bo jinên Êzidî tê wateya hebûnê
Berdevka Rêxistina Sîwanî ya Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûrê Alkiş got, "Azadiya Rêberê me azadiya jinên Êzidî ye. Em 4'ê Nîsanê ji xwe re weke hebûnê dibînin." -
YPJ'ê salvegera 9'emîn a damezrandina xwe bi merasîmekê pîroz kir
YPJ'ê bi wesîleya salvegera 9'emîn a damezrandina xwe, li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasîmeke leşkerî lidar xist. -
TAJÊ 4'ê Nîsanê pîroz kir
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. TAJÊ destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. -
Jinên Ereb ên Şengalî: Bi fikrê Rêber Apo me hebûna xwe nas kir
Jinên Ereb ên gundê Hesewîkê yê Şengalê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan şitil danîn û diyar kirin ku bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan jiyana azad nas kirin. -
Dayika Necat xaka xwe diparêze
Dayika Necat tevî ku 67 salî ye, 7 sal in xaka xwe diparêze. Dayika Necat got, "Parastin ne tenê erka zarokên me ye, di heman demê de karê me dayikan e." -
Di meha Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
KCDP’ê rapora xwe ya meha Adarê aşkera kir û diyar kir ku di meha Adarê de 24 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. -
Li Stenbolê jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil danîn
Jinên ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan hatin gelhev, şitil danîn. -
HPJ: 4’ê Nîsanê jidayîkbûna gelan, jinan û mirovahiya hemdem e
Fermandariya HPJ’ê bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê pîroz kir û got “Bi 4’ê Nîsanê re gelê me derbasê serdemeke nû ya hebûnê dibe û pêwîst e hemû mîrate û destekftiyên 50 salî ji bo zafera Apoyî ji me re bibe hêz û teqez serkeftinê bi xwe re bîne.”