KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), ragihand ku di nava 6 mehên pêşîn ên sala 2025’an de 136 jin hatin qetilkirin û 145 jin jî di nava şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan.

KCDP’ê, di rapora xwe ya 6 mehên pêşîn ên sala 2025’an de ragihand ku 136 jin hatine qetilkirin û 145 jin jî di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku ji %65’ê jinan li malê û %35 jî ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî bûn ve hatine qetilkirin.

Hate diyarkirin ku tevî biryara parastinê jî 9 jinan jiyana xwe ji dest dane.

KCDP’ê banga pêkanîna Peymana Stenbolê û bidawîanîna bêcezatiyê kir. Di civînê de bal hat kişandin ser neheqî û mirinên gumanbar û hat diyarkirin ku bi têkoşîna rêxistinkirî dikare tundî were rawestandin.