Kampanya ji bo Tûglûk dewam dike
Endama Damezrîner a Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpeklî got, ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku 6 sal in girtî ye û li gel nexweşiyê jî nayê berdan, ew karê xwe dewam dikin.
Endama Damezrîner a Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpeklî got, ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku 6 sal in girtî ye û li gel nexweşiyê jî nayê berdan, ew karê xwe dewam dikin.
Endama Damezrîner a Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpeklî li ser kampanya ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk dimeşînin agahî da. Îpeklî diyar kir ku wan di 2'ê Çileyê de bi beşdariya gelek rêxistin û platforman dest bi kampanyayê kirin, ji ber ku Saziya Tip a Edlî biryarên siyasî dide. Îpeklî bi bîr xist ku di nava mehekê de 9 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û got, "Di sîstema heyî de ne qanûnên navneteweyî ne jî qanûnên xwe bi cih tînin. Em ji bo Aysel Tûglûk û di şexsê wê de jî ji bo girtiyên nexweş hemûyan daxwaza azadiyê dikin."
'TÊKOŞÎNA JINAN HEMÛYAN E'
Îpeklî anî ziman ku yek ji sedemên êriş û zextên li dijî Aysel Tûglûk ew e ku di dîroka siyasî ya Kurd de hevseroka destpêkê bû û got, "Aysel Tûglûk di têkoşîna jinê de ji aliyê her kesî ve tê naskirin û salên dûr û dirêj têkoşiya. Ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinan hemûyan ev têkoşîn meşand."
'EM Ê KAMPANYA XWE BÊNAVBER BIMEŞÎNIN'
Îpeklî ragihand ku li gelek platformên cuda wan ji bo Aysel Tûglûk kampanyayên îmzeyan meşandine û got, "Kampanya ku me 2'ê Çileyê dan destpêkirin gelekî xurt bû. Li ser twitterê me tag ên 'Azadî ji Aysel Tûglûk re', 'Edalet ji Aysel Tûglûk re' dan destpêkirin. Malpera înternetê çêkir û nivîsên Aysel Tûglûk lê bi cih kir, yên ku ji bo wê hatine nivîsandin jî bi cih kir. Me metn amade kir û bi 8 zimanan wergerand. Bi sernavê 1000 Jin me dest bi kampanya îmzeyan kir. Kampanya ne tenê li Tirkiyeyê hate meşandin, ji 54 welatan tevlî kampanyayê bûn û zêdeyî 6 hezar îmze hatin avêtin. Me name ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şand. Bersiv dan, lê encameke xwe çênebû. Me daxwazname ji Wezareta Edaletê, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê re şand. Mîna van me gelek çalakî û kampanya lidar xistin. Ji bo Aysel Tûglûk wê gelek çalakiyên cuda bêne lidarxistin."