Tûana Gençer: Têkoşîna jinan êdî nikare bê astengkirin!

Endama Komeleya 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Tûana Gençer diyar kir ku doza girtinê ya li komeleya wan hatiye vekirin wê nikaribe pêşî li têkoşîna wan bigire û got, "Tevgera jinê êdî gelekî xurt e."

Endama Komeleya 'Platforma em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Tûana Gençer têkildarî doza girtinê ya li dijî komeleya wan hatiye destpêkirin ji ANF'ê re axivî.

Gençer diyar kir, ku doza li hemberî wan pûç e û got, "Di dozê de delîlekî şênber nîne. Em komeleyeke jinê ye ku 12 sal in têdikoşin. Dema ku me dest bi têkoşînê kir li Tirkiyeyê pênaseya 'kuştina jinan' jî tune bû. Kuştina jinê bi gotinên 'kuştina eşqê', 'kuştina hevser', 'kuştina namûsê' dihate ragihandin. Di lîteratuyê de gotina kuştina jinê nedihate bikaranîn.

Bi têkoşîna xwe ya bi salan û bi daneyên xwe me ji tevahiya civakê re ispat kir ku ya tê kirin kuştina jinê ye û nabe ku bi bahaneyekê bê vegotin. Piştî me, wezaretan jî dest bi weşandina daneyan kirin. Dema ku komeleya me nû ava bû me ji wezareta pêwendîdar dipirsîn bê vê mehê çend jin hatine kuştin. Timî digotin 'li ber destê me daneyeke bi vî rengî nîne'. Em niha dibînin ku wezaret têkildarî kuştina jinan daneyan kom dike. Ev jî encameke têkoşîna me bû.

Ji dema ava bûne û vir ve têkildarî kuştina jinan li bajar, navçe, li ediye, qadan em hewl didin rastiyê eşkere bikin. Lê belê niha midûriyetên desthilatdariya siyasî dozeke bi vî rengî li hemberî me dane destpêkirin. Civak dozên bi bahaneyên pûç ên bi vî rengî qebûl nake. Em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Ev ne hewldana destpêkê ye ku dixwazin me rawestînin, lê belê ev hewldan ti carî li hemberî têkoşîna me nebû asteng. Wê ti carî jî nebe asteng. Me ti carî xwe ji têkoşînê venegirt."

TÊKOŞÎNA JINÊ DESTHILATDARIYA SIYASÎ ACIZ DIKE

Gençer got, "Dema ku mirov bala xwe dide ser qadan, dibînin ku li her derê, li her qada jiyanê êdî jin hene" û destnîşan kir ku desthilatdariya siyasî ji vê yekê aciz e: "Jin êdî li malê rûnanên, ji bo ji mala ku tundî lê tê kirin bireve, dozên cihêbûnê vedikin, serî li me didin. Jin êdî ji bo mafên xwe, ji bo şert û mercên kar ên wekhev, ji bo mafê perwerdeyê têdikoşin. Çi dikin bila bikin êdî nikarin têkoşîna jinan bitepisînin. Tevgera jinê êdî gelekî xurt e. Desthilatdariya siyasî çi dike bila bike nikare jinan rawestîne."

DOZ LI HEMBERÎ ME NIKARE BIBE ASTENG

Endama Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Tûana Gençer diyar kir ku wê dozê ji aliyê hiqûqî ve bişopînin û herî dawî ji bo xwedîderketina li komeleya wan bang li jinan kir, "Ji zextên beriya niha cudatir nîne, tenê gihîştiye asteke nû. Êriş ne tenê li dijî Komeleya Platforma em ê pêşî li kuştina jinan bigire tê kirin, êriş li hemberî rêxistinên jinan, li dijî jinên ku daxwaza jiyaneke wekhev û azad dikin, tê kirin. Lê belê jinan ti carî xwe ji têkoşînê venegirtin, wê xwe ji têkoşînê venegirin. Em bang li raya giştî û jinan dikin ku xwedî li komeleya me derkevin. Ev doz û zext li pêşiya me teqez asteng nîne."