TJK-E: Em dakevin qadan û îradeya xwe biparêzin

TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da û bang li Kurdên li Ewropayê, jinên Kurd, hêzên şoreşger û demokratîk, hêzên femînîst kir ku dakevin qadan, xwedî li îradeya azad derkevin û Kurdistanê biparêzin.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da. Daxuyaniya TJK-E'yê wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst li ser qadên Zazp û Kurêjahro yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Beriya her tiştî em dixwazin gotina dawî bêjin ku ti êriş wê li hemberî îradeya gelê Kurd nikaribe bi ser bikeve; îdîaya azadiyê wê bê parastin, meşa azadiyê wê nikaribe bê rawestandin û êriş wê bêne têkbirin.

SEDEMA DANÛSTANDINAN DIYAR BÛ

Li gorî daxuyaniya HPG'ê ji êvara 18'ê Nîsanê û pê ve bi taybetî li xeta Başûr êriş zêde bûn. Ev rewş jî nîşan dide ku bi hevkariya PDK-Dewleta Tirk planeke nû ya qirêj ketiye meriyetê ku berê di çapemeniyê de işaret pê hatibû kirin. Sedema danûstandinên rojên dawî yên navbera rayedarên PDK'ê û dewleta Tirk eşkere bû.

Sibata derbasbûyî dewleta Tirk li heman xetê êrişî Garê kiribû, lê belê mîna êrişên beriya wê ew êriş jî têk çûbû. Gerîla li Garê, Werxelê, Mamreşo, Zendûra û Girê Sor bi berxwedaneke bêhempa, berdêlên giran da be jî, bersiv da yên ku dixwazin îradeya gelê Kurd bişikînin.

Operasyonên li derveyî sînor ên di salên 1990'î de, têkçûna li Zapê ya sala 2008'an û herî dawî jî êrişên di salên 2020-2021'ê de hatin kirin çawa ku dewleta Tirk a faşîst têk çû, vê carê jî bi armanca tunekirin û tasfiyeyê, tevî PDK'ê dest bi êrişê kir. Ev êriş ji bo destketiyên gelê Kurd, ji bo sekna azadiyê ya jinên Kurd gefeke mezin e.

BI BERXWEDANEKE TOPYEKÛN DIKARE BÊ TÊKBIRIN

Eger li hemberî van êrişan sekneke topyekûn bê nîşandan û xwedî li berxwedana gerîla bê derketin, çawa ku dewleta Tirk berê têk çû wê careke din têk biçe û ji bo dewleta Tirk bibe destpêka bidawîbûnê.

Newroza Rêbertî ya sala 50'emîn û qadên 8'ê Adarê nîşanî dost û dijmin her kesî da ku ev îradeya azadiyê bi êrişan naşikê. Ev îrade xwedî wê hêzê ye ku êrişan hemûyan têk bibe. Bi vê bîr û baweriyê em bang li gelê Kurd ê li Ewropayê, jinên Kurd, hêzên demokratîk û şoreşger, hêzên femînîst dikin ku dakevin qadan, xwedî li îradeya azadiyê derkevin û Kurdistanê biparêzin."