Gerîlaya HPJ’ê Mizgîn Argeş: 4’ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e
Gerîlaya HPJ’ê Mizgîn Argeş diyar kir ku 4’ê Nîsanê bi qasî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de ev rojbûn û avabûna gelê Kurd e.
Gerîlaya HPJ’ê Mizgîn Argeş diyar kir ku 4’ê Nîsanê bi qasî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de ev rojbûn û avabûna gelê Kurd e.
Gerîlaya HPJ’ê Mizgîn Argeş diyar kir ku 4’ê Nîsanê bi qasî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de 4’ê Nîsanê rojbûn û avabûna gelê Kurd e.
Argeş got “4’ê Nîsanê ku hem rojbûna Rêbertî ye û di heman demê de salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye. Destpêkê salvegera damezrandina PJAK’ê li hemû gelê me pîroz dikim, di heman demê de rojbûna Rêbertî di serî de li hemû hevalên şehîd, serokatî û gelê me pîroz dikim. Ji ber ku em rojbûna Rêbertî weke rojbûna kes nagirin dest, lewma rojbûn, vejîn û ji nû ve xwe avakirina gelê Kurd e. Ji ber ku êş dîtiye û zextên ku ji hêla dijmin ve dîtiye ne kêm e. Ji bo vê jî roja 4’ê Nîsanê weke rojek a vejînê ji me re hat. Yanî ji bo me weke diyariyek hat dayin. Çawa; weke mînak em dikarin behsa dayika Uveyş bikin ku destpêkê li wê pîroz bikin, ji ber ku Serokek wisa ji bo me anî diniyayê da ku em bikarin wek Kurd xwe li ser piyan bigirin. Weke jin jî bi taybetî weke hêviyeke nû ya jiyanê, hêviyek jiyanê ya ku em bikarin bi wê bijîn ji me re da avakirin. Ji bo wê jî destpêkê weke ku me gotî em dikarin hem sipasiya xwe ji dayika Uveyş bikin hem jî wê jî bibîr bînin. Ji ber ku dayika Serokê me ye, di heman demê de ji ber ku rojeke wiha ji me re ava kir dayika me hemûyan e. 4’ê Nîsanê wateya wê ji bo me gelek mezin e. Ji Newrozê heya bi 4’ê Nîsanê weke vejîneke nû dayina avakirin ji bo gelê Kurd û mirovatiyê ye, em nikarin tenê ji bo gelê Kurd jî nikarin bigirin dest, ji ber ku ji derveyî gelê Kurd, armanca me ye ku em bikarin gelên bindest ji bindestî û zilama ku li ser wan tê ferzkirin rizgar bikin. Dibe ku hinek kes di ferqa zilma ku li ser wan tê kirin de bin, polîtîkayeke pir zirav ji aliyê dijmin ve tê rêvebirin, yanî ketina ferqa wê weke gelê Kurd bi taybetî, mînak Serokatî bû îlhamek ku bi rastî em bikevin ferqa wî tiştî, bikevin ferqa rastiya xwe. Ji bo wê jî birastî 4’ê Nîsanê ji bo me weke vejînekê bû. Di taybetî di vê hêlê de bangewaziya me ji bo jinan e ku hê zêdetir bikevin ferqa xwe, wate ji bo çi em 4’ê Nîsanê weke vejînekê dinirxînin, bi rastî jî ji bo me tê çi wateyê, çi îfade dike ev girîng e. Ji ber tiştên ku me hêvî dikir ku em bi rastî bigihîjin rojên wisa ku em bikaribin azad bijîn; ji bo wê jî weke hêviyekê derket pêşiya me. Nirxandina wê yekê di destê me bi xwe de ye. Bi taybetî weke jinên ciwan pêşengiya vê kirin, ji vê yekê rê vekirin û hê zêdetir ketina ferqa vê di destê me bi xwe de ye. Ji bo wê jî weke jinên ciwan pêwîste hê zêdetir, yanî hemû ciwan û mirovatî pêwîst e di vê hêlê de rolê xwe bilîze, lê weke pêşengiya ku ji jiyanê re bike û bikare bi rê ve bibe û rêya pêşveçûniya wê vebike, em dikarin bibêjin ku weke jin hîn zêdetir rol dikeve ser milê wan ku bikaribin pêşengiya vê yekê bike. Em bi xwe jî weke jinên ciwan ango kesayetên jinên ciwan ku em hatine heya vê rojê, wate rêyekî wisa ku ji me re hatibû vekirin em jî hatin ketin nava vê jiyanê. Yanî ji bo me şadî û kêyfxweşiyeke pir mezin e, carna em dibêjin weke mucîze, weke tiştekê ku tu qet xeyal nakî tu yê pêre rû bi rû bimînî, ji bo me tiştek wiha ye.”
‘DIVÊ EM JIN BÊTIR JIYANÊ WATEDAR BIKIN’
Argeş diyar kir dibe ku u pênasekirina wê ewqasê ne hêsan be û got “Lê weke jinekê taybet tiştên ku me di jiyanê û pergalê de jiyankir û em pê re rû bi rû man, tiştên ku dijmin dianî serê me ne kêm bûn, di heman demê de tiştên ku sîstemê di hişmendî de dabû avakirin ya zilamsalarî, em dikarin weke ku tê gotin alternatîfeke wê hat avakirin. Ji bo wê jî weke jin em bikarin hê zêdetir bikeve ferqa vê tiştê, ji bo wê jî vê jiyanê hê zêdetir watedarkirin, bi wê re ji nû ve geşbûnekê em bikarin pêş bixin, hê zêdetir em wek jinên ciwan pêşengiya vî tiştî bikin. Pêşî lê vekin ku bi rastî bikaribin jiyaneke nû ji bo gelê xwe bidin avakirin. Yê ku pêşengiya vî tiştî bike, yê ku ji vê yekê re bibe pêşeng helbet ciwan û jinên ciwan in. Di vê hêlê de bangewaziya min di aliyê hewldayîn û xwe xistina nava wê, bi taybetî weke Rojhilatê Kurdistanê em dikarin bigirin dest; ji ber ku dema Rojhilat dikeve tevgerê, dema tiştekî ku dixwaze pir xweş dikare bike, lê sîstema ku Îranê li ser wan daye ferzkirin, zextên ku li ser wan daye sepandin, em bi xwe jî dizanin ku ne hêsan e. Lê li hemberî wê derketin û serî rakirin, ji bo wê bi rastî jî weke bersivekê bûyîn û jiyana ku em dijîn çawa ye, pêwîst e jiyana ku em dijîn bi çi rengî be; wate di wê hêlê de hê zêdetir baweriya me heye ku jinên Rojhilat di vê aliyê de hê bêtir çalak bin û bikaribin pêşengiyeke rast ji vî gelî re bikin. Li ser vî bingehî rojbûna Rêbertî tenê weke rojbûna Rêbertî negirin dest, weke vejînekê û rojbûna ku em ji dayik bûne, em hatine û dixwazin ji nû ve jiyaneke nû ava bikin, bi vî rengî mirov bigire dest. Ez dikarim wana ji bo taybetî jinên ciwan bibêjim. Weke ku min di destpêkê de jî gotî roja 4’ê Nîsanê rojeke wiha ye, di heman demê de ji bo xwezayê jî wisa ye. Ji ber ku em dikarin jin, xweza û rojbûna Serokatî weke yek bigirin dest. Çawa; ji ber ku meha Nîsanê ye û meha Nîsanê jî di navê de avabûn heye, xweza xwe nû dike, av û hewa di heman demê de mirov dikare hevsengiyekê di nava wan de çêbike. Weke jin jî ku tê gotin, bi biharê re jin bi xwe jî xwe nû dike, mirov dikare wê jî wiha bigire dest. Di heman demê de hevsengiyekê di nava vê yekê de çêbike û dema ev dibin yek rojbûna Serokatî jî bi vê re dibe yek, avabûyîneke ji nû ve ava dike, ev hemû weke hevsengiyekê didin avakirin û îlhameke pir mezin di mirov de dide avakirin, mirov dikare wiha bigire dest. Rojbûna Serokatî, rojbûna vejîna gelê Kurd ji nû ve li hemû gelê Kurd, welatparêzan û hemû cîhanê pîroz dikim.”