Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh êvarê rastî cenazeyên 3 jinên li Kampa Holê hatin qetilkirin hatin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh êvarê cenazeyê jineke Iraqî ya bê can li beşa yekem a Kampa Holê ya ku penaberên Iraqî lê dimînin dîtin. Di beşa çaremîn de cenazeyên 2 jinan ên ku avêtine kêleka mizgeftê, hatin dîtin.

Di beşa yekemîn de cenazeyê jina bi navê Sûriye Ewad Iwêd ku di sala 1982'an de li Baacê ji dayik bû û bi sê guleyan hatiye qetilkirin. Hate diyarkirin ku 2 jinên din ên nasnameya wan nehat zanîn jî bi çekan hatine qetilkirin.

Çavkaniyekî ku nexwest navê xwe aşkera bike got ku ev sûc ji aliyê çeteyên jin ên ku hewl didan fikrên DAIŞ'ê li kampê belav bikin pêk hatin.

Li gorî daneyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji destpêka sala 2022’an heta niha 9 welatiyên Sûriye, Iraq û biyanî li kampê hatine kuştin. Piraniya bûyeran bi amûrên birînê pêk hatinine.