Çalakvanên jin: Kuştin û xwekuştina jinan bûye diyardeyek rojane

Çalakvanên kar û barên jinan bal dikişînin li ser zêdebûna rêjeya kuştin û xwekuştina jinan û dibêjin; “Ji bo rizgarbûna ji şîdetê, jin tên neçarkirin ku xwe bikujin.”

Li gorî daneyên rêxistinên parastina mafê jinan û rêveberiyên li hemberî şîdeta li ser jinan disekinin, rêje û bûyerên şîdetê yên li hemberî jinan yên wek qetilkirin, xwekuştin û hemû cûreyên şîdeta li dijî jinan her roja ku diçe li şûna ku kêm bibe, bi rengekî metirsîdar zêdetir dibe.

Têkildarê zêdebûna şîdeta li ser jinan û qetilkirina jinan û neçarkirina wan ji bo xwekuştinê, çend rêxistin û çalakvanên karûbarên jinan ji ANF’ê re axivîn.

‘JIN XWE LI WAN ŞÎDETAN NAGIRIN Û BERE XWE DIDIN XWEKUJIYÊ’

Berpirsa Şaxa Kerkûkê ya Yekîtiya Jinan Jiyan Hemîd îşaret bi rêjeya şîdetê û bi taybetî qetilkirina jinan û xwekujiyê, her wiha sedemên zêdebûna rêjeya wan kir û got, “Şîdet ber bi zêdebûnê ve diçe, bi taybetî rêjeya xwekuştin û neçarkirina jinan ji bo xwekujiyê bûye diyardeyeke rojane. Sedemên zêdebûna şîdetê jî pir in, ji wana jî xerab bikaranîna medyayên dîjîtal û xerabiya rewşa debarî û aboyî sedemên sereke ne. Mixabin di civaka zilamsalar de dema zilam dikevin bi zext û acizbûn û kêm û kurtiyên xwe, ji bo valakirina (wê zext û acizbûnê) bi serê hevjîna xwe de diteqe ku di encama wê de jî rojane em dibînin ku jin xwe li ber wan şîdetan nagirin û bera xwe didin xwekujiyê.”

‘ASTA HIŞYARIYA JINAN BILIND BÛYE’

 Jiyan Hemîd di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî zêdebûna rêjeya şîdetê jin jî hişyar bûne û vê rewşê qebûl nakin. Jiyan Hemîd wiha axaftina xwe domand; “Berê jinan şerm dikirin ku ji bo tomarkirina gilî li ser şîdeta ku li hemberî wan tê kirin serdana dezgeh û rêxistinên jinan bikin, lê niha ji ber zêdebûna hişyariya jinan, jin ji aliyên pêywendîdar ên parastina jinan daxwaza alîkariyê dikin.”

‘STARGEHEK NÎNE KU JIN HEWARA XWE BIBIN WÊ’

Jiyan Hemîd di derbarê nebûna stargeh ji bo parastina jinan de jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Mixabin nebûna stargeheke aram ji bo jinan pirsgirêkeke mezin e. Pir caran jinên ku rastî şîdetê hatine bi me re  têkiliyê datînin, yan jî keçik a 14 salî hebûye ku ji me daxwaz kiriye ji bo ku bi darê zorê neyê zewicandin çend rojan li gel xwe wê biparêzin, lê mixabin cihekî me ya wek stargeh nebûye ku wê bigirin gel xwe. Hin caran piştî hefteyekê min dibihîst ku ew kesa ku rastî şîdetê hatibû xwe kuştiye. Ez jî xwe wek sedem dibînim, ji ber ku min nekarî ji ber nebûna stargeh wê biparêzim.”

‘YASAYÊN HEYÎ PIŞTGIRIYA MAFÊN JINAN NAKIN’

Jiyan di dewamê de bal kişande ser bandora yasayan ya ji bo parastina mafên jinan û wiha pêde çû; “Ligel zêdebûna şîdeta li dijî jinan berdewam dike, hevberdan jî zêde bûye; sedemê wê jî bi vê yekê ve girêdidem ku ti yasayek nîne ku parastina mafê jinan bike. Dema bixwazin ji hevjînê xwe veqetin, em jin ji bo ku hevberdin teşwîq nakin lê hevberdan baştir e li şûna ku jin bera xwe bidin xwekuştinê. Dema jin daxwaza hevberdanê bikin, yasa ti mafekê nade wê, tenê eger pereyekê (mehr) ji bo wê diyar bike.”

‘HIŞMENDIYA ZILAMSALARÎ LI SER DADGEHAN SERWER E’

Berpirsa Şaxa Kerkûkê ya Yekîtiya Jinan Jiyan Hemîd di dawiyê de destnîşan kir ku bandora hişmendiya zilamsalar li ser dadgehên Iraqê bi taybetî yên li Kerkûkê serwer e û got, “Dema dozek diçe dadgehê, bi qasê ku parastina mafê zilam tê kirin, ew qasê ya jin nayê kirin. Bandora hişmendiya zilamsalar a li ser dadgehan pir eşkere derdikeve holê.”

JI BO RIZGARBÛNA JI ŞÎDETÊ ROJANE HEWARA XWE DIBIN XWEKUJIYÊ

Berpirsa Beşa Civakî ya Şaxa Kerkûkê ya Yekîtiya Jinan Kurdistan Xalid jî têkildarê zêdebûna rêjeya şîdeta li dijî jinan axifvî û diyar kir, “Tevî hewldanên me yên ji bo kêmkirina şîdeta li ser jinan, lê mixabin rêjeya şîdeta li dijî jinan, qetilkirin û xwekuştina jinan bi rengekî ber bi çav ber bi zêdebûnê ve diçe. Tu jinek naxwaze xwe bikuje, lê ji ber zêdebûna şîdeta li ser wê hewara xwe dibe xwekujiyê da ku ji êş û şîdeta rojane rizgar bibe.”

‘DI YASAYAN DE MAFÊ JINAN HATIYE PAŞGUHKIRIN’

Kurdistan Xalid di berdewamiyê de bal kişande ser serwerbûna hişmendiya zilamsalarî ya li ser qada yasayî û hiqûqî ya dewletê û got, “Dema jin hewara xwe dibin yasa û li dijî ew şîdeta ku li hemberî wê hatî kirin yan jî li dijî fesadiya malbatî gilî tomar dikin, giliya wan cidî nayên girtin. Hin madeyên yasayî hene ku ji berê ve heya niha weke xwe mane û ji bo parastina mafê jinan ti guhertinek di wan de nehatiye çêkirin. Ji bo wê jî ew yasaya ku niha heyî di xalek wê di berjewendiya jinan de nîne. Belku di yasayan de zêdetir piştgiriya zilaman tê kirin. Nebûna yasayek ji bo parastina mafê jinan wisa dike ku jin ji ber nebûna piştgiriyê hewara xwe dibin xwekujiyê.”

‘EGER CÎHEKÎ ARAMA HEBE WÊ RÊJEYA XWEKUJIYÊ KÊM BIBE’

 Berpirsa Beşa Civakî ya Şaxa Kerkûkê ya Yekîtiya Jinan Kurdistan Xalid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Nebûna stargeh pirsgirêkeke mezin e ji bo rêxistinên jinan, ji ber ku bûye sedem ku jin cihekê xwe nebe ku têde parastî bin. Ji ber hizrandina civakê jin nikarin di navendên polîsan bimînin. Lê hebûna stargehan dike ku rêjeya şîdetê û qetilkirinê kêm bibe û dema jin cihekî xwe yê aram hebe, wê hewara xwe bibin wê û wê neçar nemînin hewara xwe bibin xwekujiyê.”

JI BO ZÊDEBÛNA ŞÎDETA LI DIJÎ JINAN SEDEM PIR IN

Berpirsa Şaxa Kerkûkê ya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) Dilvan Ekrem Mehmûd jî di destpêka axaftina xwe de behsa şîdeta li ser jinan û sedemên wê kir û ragihand; “Niha rêjeya şîdeta li dijî jinan, qetilkirin û xwekuştina jinan bi rengekî metirsîdar di civakê de zêde bûye. Ew yek di astekê de ye ku ji asta bûyerê derketiye û bûye diyardeyeke rojane. Sedemê vê şîdetê jî serwerbûna hişmendiya zilamsalar a di civakê de ye. Her wiha nebûna hişyariya takekesî di civakê de ku li ser zêdebûna rêjeya şîdeta li ser jinan xwedî rol e. Nebûyîna çavdêriya malbatê li ser zarokan, dema ku medyayên dîjîtal bi kar tînin. Belavbûna çek bi rengekî bê kontrol a di nava civakê de li ser zêdebûna rêjeya şîdetan sedemeke din ê bi bandor e.”

‘CEZAYEKÎ SIVIK LI ZILAMAN TÊ BIRÎN’

Dilvan Ekrem di beşek din a axaftina xwe de bal kişande ser bêxemiya dadgeh û yasayan ya ji bo parastina jiyana jinan û wiha pêde çû; “Yasa di berjewendiya jinan de nîne, dema jin tên qetilkirin yan jî li hemberî wan şîdetê tê karanîn, li beramberî tawana kuştina jinan cezayekî sivik li zilaman tê birîn, yan jî di çarçoveya eşîrî de pirsgirêkan çareser dikin û zilam ji cezayên yasayî û dadgehê rizgar dibin.”

‘PÊWÎST E JIN WERIN HIŞYARKIRIN’

Çalaka jin a RJAK’î Dilvan Ekrem têkildarê çawaniya kêmkirina şîdeta li ser jinan got, “Em rêxistinên jinan ji bo çareserkirin û kêmkirina şîdetê, me hewl daye dewreyên ji bo hişyarkirina jinan vekin û kesayetî û rolê jinan bidin nasandin da ku jin bikarin di hemû qadên jiyanê de bixebitin. Ji ber ku pêwîst e jin erkê xwe tenê di çarçoveya xizmetkirina malê de nebînin.”

‘BANDORA NERÊNÎ YA RÊZEFÎLMÊN TIRKÎ LI SER ZÊDEBÛNA ŞÎDETÊ’

Berpirsa Şexa Kerkûkê ya RJAK’ê Dilvan Ekrem Mehmûd di dawiyê de ev peyam arasteyê jinan kir; “Peyama min ji bo jinan ev e ku perwerdeyek derbarê tendirustiya zarokan bibînin û di bikaranîna medyayên dîjîtal de li zarokên xwe hişyar bin û wana hişyar bikin. Her wiha rêzefîlmên Tirkî ku bi zimanê me hatine dublajkirin, gelek ji wan rêzefîlmên Tirkî behsa fesadiya malbatî dikin û têde şîdet bikar tê. Pir kesên (zilam) vala hene ku propagandaya wan rêzefîlman dikin, ji ber ku li gorî wan ew rast û pêşketî ne û civaka me jî paş ketiye.”