Berdana girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bi awayekî keyfî tê astengkirin

Li girtîgehên Tirkiyeyê li hember girtiyên siyasî nêzikatiyên cûdakar berdevam dikin. Girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz tevî ku 30 sal cezayê xwe yê muebetê xilas kir jî, ji aliyê Lijneya Çavdêriyê ve serbestberdana wî hate taloqkirin.

Girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklar a Îzmîrê tê girtin û çavlirêbû ku ew di 5’ê Tîrmehê de were berdan. Lê Yilmaz bi telefonê malbata xwe agahdar kir ku Lijneya Çavdêriyê derheqê wî de bi sedema “halê nebaş” berdana wî ji bo 3 mehan hatiye paşxistin. Hate diyarkirin ku rewşa wî wê piştî 3 meh din ji nû ve were nirxandin.

BI BIRÎNA 12 GULEYAN HATIBÛ GIRTIN

Abdullah Yilmaz ku ji Sêrtê ye, di sala 1995’an de bi birînên giran hatibû girtin. Tevî ku bi 12 guleyan birîndar bû jî, Yilmaz sax mabû. Wî ferzkirina teslîmbûnê red kir û li dadgehê parastina xwe ya siyasî kir. Ji ber vê helwesta xwe, ew bi cezayê muebbeta girankirî hat cezakirin. Di nava 30 salan de ew bo gelek girtîgehan hat sirgûn kirin û mafên wî hatin binpêkirin.

REWŞA TENDURISTIYA YILMAZ HÎN CIDÎ YE

Malbata wî bi daxuyaniyekê dida zanîn ku Yilmaz hin bi pirsgirêkên tenduristiyê yên re têdikoşe. Yilmaz ku bi salan e, nexweşiya gurcikan heye, ji ber tengbûna damaran ameliyatek xetere darbas kiriye û bi stenta di serê xwe de dijî. Malbata wî, ku li hember astengiya serbestberdana wî bertek nîşa dan, banga serbestberdana girtiyên nexweşên giran kirin.

ÊDÎ LIJNEYA ÇAVDÊRIYÊ BÛYE ŞEWAZEK NÛ YÊ CEZAKIRINÊ

Di sala 2020’an de bi derxistina qanûnek nû Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê, hate damezrandin û ev lijne bi taybet li dijî girtiyên siyasî bû, şewazek nû yê zext û cezakirinê. Girtî yan ji ber cezayên dîsîplînê yan jî jiber sekna wan ya polîtîk ji aliyê vê lijneyê ve wek “halê nebaş” tê diyar kirin û puanên wan kêm tê nîşandin. Bi van kirinan girtî wek heta heta di girtîgehê de mayî tê cezakirin.