Erebistana Siûdî bi cezayê darvekirinê gihişte rekorek nû

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di sala 2024'an de li Erebistana Siûdî 345 kes hatine darvekirin û ev jî hejmar herî zêde ya 30 salên dawî ye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek li ser darvekirinên li Erebistana Siûdî weşand. Li gorî raporê, di sala 2024'an de herî kêm 345 kes hatine darvekirin û ev hejmar li gor 30 salên dawî gihişte asta herî jor.

Zêdebûna cezakirina darvekirinê di 6 mehên destpêka sala 2025'an de jî berdevam kir û hejmara kesên ku hatine darvekirin gihişte 180'yan. Ev hejmar nîşan dide ku heta dawiya sala 2025'an dibe ku rekorek nû derkeve.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku piraniya darvekirinan ne ji ber karanîna tundiyê, ji ber sûcên madeyên hişbirê pêk hatine. Rêxistineke din a mafên mirovan; Reprieve got ku nêzîkî ji sêyan du darvekirinên îsal bi sedemên madeyên hişber ve girêdayî nei

Ev encam gotinên Velîaht Prens Muhammed Bin Selman yên sala 2022'yan ve berevajî dike. J iber ku Selman di hevpêyvîna xwe ya bo Kovara The Atlanticê de gotibû ku cezayê darvekirinê tenê ji bo sûcên tundiyê, yên wekî cîhadê dê were sepandin û ji bo cureyên sûcên din kes neyê darvekirin.