Jinên Ereb ên Şengalî: Bi fikrê Rêber Apo me hebûna xwe nas kir

Jinên Ereb ên gundê Hesewîkê yê Şengalê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan şitil danîn û diyar kirin ku bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan jiyana azad nas kirin.

Li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinê (TAJÊ) bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek çalakî hatin lidarxistin. Jinên Ereb ên gundê Hesewîkê di çarçoveya 4’ê Nîsanê de şitil danîn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kirin.

'BI FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO EM JI KOLETIYÊ RIZGAR BÛN'

Jina Ereb Sîham Muhemed anî ziman ku bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan xwe bi rêxistin kirine û wiha got: “Piştî me fikrê Rêber Apo nas kir me xwe di her alî de perwerde kir û bi rêxistin kir. Bi ramanên Rêber Apo em ji koletiyê rizgar bûn. Em bi nasîna Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd şanazin. Berî niha me ne dikarî em ji malê derkevin, lê bi naskirina ramanên Rêber Apo em bûn xwedî hêz û îrade. Rojbûna Rêber Apo li hemû gelên cîhanê û bi taybetî li jinan pîroz dikim. Her wiha li xwişkên xwe yên Êzidî û tevahiya şervanên me pîroz dikim."

'EM BÛN XWEDÎ HÊZ Û ÎRADE'

Jina ciwan Hala Salîh jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt got: "Fikir û ramanên Rêber Apo jiyan da me û rêya azadiyê nîşanî me kir. Bi saya Rêber Apo me xwe bi rêxistin kir û em dikarin xwe biparêzin. Ji ber ku em bûn xwedî hêz û îrade."