Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan destpê kir
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokkomariyê hatin ba hev.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokkomariyê hatin ba hev.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî destpê kir, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala jî di hevdîtinê de cih digirin.
Şandeya Îmraliyê beriya vê hevdîtinê roja 6’ê Tîrmehê çûn Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kiribûn. Îro jî şande bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re jî civiyabûn.
PERVÎN BULDAN: WÊ HEVDÎTINEKE DÎROKÎ BE
Pervîn Buldan beriya hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da û got, hevdîtin wê dîrokî be.
Pervîn Buldan got, “Ji ber ku êdî pêvajo dikeve qonaxeke nû. Di vê qonaxa nû de pêdivî bi îstişareyan heye. Pêdivî bi danûstandina nêrînan heye. Lewma îro em ê van hemûyan bi Birêz Serokkomar û şandeya wî re biaxivin, nîqaş bikin. Ji bo avêtina gavên pêwîst, çêkirina îstişareyekê girîng e.”
Sancar jî anî ziman ku hevdîtin wê girîng be û wiha got: “Beriya niha jî me bi hevserokên xwe yên giştî re jî îstişare çêkir. Tê zanîn ku pêvajo tê qonaxeke nû.”