Ji bo Aysel Tûglûk banga piştgiriyê hat dayin

Însiyatîfa 1000 Jinan a ji bo Aysel Tûglûk ku ji bo azadiya Aysel Tûglûk kampanyayê birêve dibe, banga piştewaniyê kir.

"Însiyatîfa 1000 Jin Ji bo Aysel Tûglûk" a ku ji bo azadiya Aysel Tûglûk a ku ji sala 2016'an û vir ve li Girtîgeha Kandirayê dîl tê girtin û bi nexweşiya demanseyê ketiye, xebatên xwe dimeşîne, wê 22’ê Nîsanê roja Înê li ser rewşa dawî ya Tûglûk civîna çapemeniyê li dar bixe.

‘SERBESTBERDANA WÊ Bİ BİRYARÊN SİYASÎ TÊ ASTENGKİRİN'

Însiyatîfê ev daxuyanî da:

"Em jin şahidê têkoşîna mafên jinan, aştî û demokrasiyê ne ku Aysel Tûglûk di tevahiya jiyana xwe de daye meşandin. Tevî ku hat ragihandin ku ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên li girtîgeha ku ji sala 2016'an ve lê tê ragirtin nayê dermankirin û divê demildest bê berdan jî, lê em şahid in ku serbestberdana wê bi biryarên siyasî tê astengkirin.

Em wek 1000 jin ji bo Aysel Tûglûk ku ev demeke dirêj e em dengê xwe li hemberî vê yekê ku Aysel Tûglûk tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê naye berdan bilind dikin, em bi israr didomînin. Bi vê israrê em weke jinên li çar aliyên welat û cîhanê dijîn û bi îmzeyên xwe tên cem hev, emê 22’ê Nîsana 2022’an roja Înê saet 12:00’an bi beşdariya axaftvanên ku wê agahiyan parve bikin, civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Em we vedixwînin ku tevlî civîna çapemeniyê ya ji bo xurtkirina hevgirtina jinan û berdewamkirina piştewaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bibin.”