Bûldan: Wê jin jiyanê ava bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Em jin em ê jiyanê ava bikin. Wê jin edaletê pêk bînin”.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navenda giştî ya partiya xwe civiya. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destpêka civînê axivî. Bûldan a bi silavkirina jinana dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Em bi hev re derketin vê rêyê, bi hev re têkoşiyan û têkoşîn anîn vê astê. Di pêvajoya ji niha û şunde jî heta ku serbikevin em ê têkoşîna xwe ya birûmet bi heman biryardariyê bidomînin.”

Bûldan, anî ziman ku kûrbûna xizaniyê êdî veguheriye rastiya belengaziyê û wiha pê de çû: “Em vê di pratîk û pêkanînên desthilatdariyê de dibînin. Aşxaneyên ku agir lê zêde dibû, ciwan, jin, bi milyonan di bin barê giran yê bêkariyê de pelçiqandin; Karmend û malnişînên ku hatina wan têra lêçûnên wan nake, vê hawîrdora bextreş di rewşa xwe ya herî şelandî de dijîn. Li gel vê rastiya gel jî, rêveberiya qesrê bêyî ku şerm bike û bêzar bibe, her roj derewan ji gelê Tirkiyeyê re dike ku aborî mezin bûye û wê mezin bibe. Em feqîr bûne, xizan bûne, birçî mane, em nikarin bixwin, em nikarin hilberînin. Dengê wan ji her quncikekî Tirkiyeyê deng dide. Feqîrtiya kûr herî zêde li ser jinê ye. Bi siyaseteke pir bi zanebûn, jin mehkûmî xizaniya mutleq dibin.

Yên ku fermanê didin xelkê ku porsiyonên xwe kêm bikin û bi nanê hişk têr bibin, ji nanê jin û gelan didizin û desthilatdariya xwe fînanse dikin. Haya me ji vê yekê jî heye. Li malê, li kargehan, li atolyeyan, di perwerdehiyê de, di tenduristiyê de ji bo keda wan ji yên ku hilberînê dikin, jinan tê dizîn; veguheztin berika alîgiran. Mebesta hikûmetê ji mezinbûnê ev e, aboriyeke wisa hovane, bêwijdan û tarî. Helbet haya me jin ji vê pergala aborî ya hovane, vê fermana talankirinê heye. Em ê tu carî vê aboriya mêrê talanker qebûl nekin, em ê tu carî vê aboriya zilamê talanker ku mezin dibe qebûl nekin. Em ê bi biryar têkoşîna xwe bidomînin. Em ê tiştên ku ji destê me hatine dizîn yek bi yek bistînin. Weke her qada civakî, em ê di qada aboriyê de jî modeleke wekhev, adil û zelal pêk bînin.”

DESTKEFTÎ DI DEMOKRASIYEKE XURT DE YE 

Bûldan, da zanîn ku heke pergaleke demokratîk li vî welatî ava bibûya, mafên nasnameyên cuda hatibûn bidestxistin, aştiyeke birûmet pêk hatiba û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke siyasetmedarên jin ên HDP'ê baş dizanin ku destkeftî di demokrasiyeke xurt, wekheviya tam, pergala edaletê ya rasteqîn, çareserkirina pirsgirêkên sedsalan û aştiyeke mayînde de ye. Bi vê hişmendî û prensîban em ketin rêyekê, me rêyek vekir û em bi gavên xurt li ser wê rêyê dimeşin. Şîdeta li ser jinê ya ku ji ber newekheviya zayendî pêş dikeve, roj bi roj zêde dibe. Li welatê me rojane herî kêm 4 jin ji hêla mêran ve tên qetilkirin. Dema Peymana Stenbolê hat betalkirin 278 jin hatin qetilkirin û 235 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev wêne ne qezayek e, ne îstatîstîkek şewbê ye, ne jî komkujiyek şerê girseyî ye. Ev wêne wêneyê felaketê ye ku bloka mêran a AKP-MHP’ê ji bo jinan pêşkêş dike ye.

Bûldan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Her wiha ji bo serweriya vê tabloya tarî li dijî me jinan êrîşeke topyekûn heye. Ji ber têkoşînê her roj bi hezaran hevalên me tên girtin û tên darizandin. Binêrin, di sê mehên dawî de tenê li Amedê derbarê 200 jinan de lêpirsin hatiye destpêkirin. Niha jî ji bo girtina Platforma Em ê Pêşî Li Cinayetên Jinan Bigirin doz hat vekirin. Ev doz êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye, bi operasyonan jinan dikin hedef. Ez ji vir hestên xwe yên hevgirtinê radigihînim platformê. Em ê bi hev re dijberiya xwe bi xurt nîşan bidin. Bi vê minasebetê ez careke din ji hemû jinan re dibêjim ku pêwîst e ku em bi hişmendiya girîngiya yekitiya jinan û têkoşîna hevpar tevbigerin. Hikûmeteke ku ewqas ji me ditirse, baş dizane ku bi hêz û têkoşîna me ya hevpar wê winda bike. 

Dîsa di operasyona ku weke pêla duyemîn a Doza Komploya Kobanê dabûn destpêkirin de hevalên me bi awayekî der hiqûqî hatin binçav kirin. Îcar li ser çi? Li gorî zagona hejmara 6415’an. Ji ber vê yekê, vê hikûmetê berê ev qanûn ji bo çi armancê bikar anî? Em lê dinêrin û em rastî rewşek ku qet ne sosret e tên. Hikûmeta AKP'ê bi vê qanûnê mal û milkên çeteyên DAIŞ'ê yên sekinandibûn dîsa li xwediyên wan vegerand. 

Qanûn heman qanûn e. Lê dema mijar dibe Kurd, jin û pêkhateyên siyaseta demokratîk, ev qanûn di destê hikûmetê de dibin şûr. Dema mijar dibe DAIŞ’ê ku rêxistina herî hov a ku heta niha ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin, bi qanûnên heyî DAIŞ’ê ji nû ve zindî dikin. Hîn jî destekê didin DAIŞ’ê, bi heman qanûnê hewl didin alîkariyên mirovî yên ku ji Kobanê re hatine dayîn, bi sûc nîşan bidin. Armanca wan a sereke mirovahî ye. Yên ku alîkariyên mirovî dikin hedef di warê nirxên mirovahiyê de pirsgirêkên mezin hene.

CIZÎR CIHEKÎ TÊKOŞÎNÊ YÊ QEDÎM E

Hefteya borî jî di serdegirtina avahiya navçeya me ya Cizîrê de hema hema avahiya me hilweşandin. Cizîr cihekî têkoşînê yê qedîm e. Ji hêrsa xwe êrîşî vê rastiyê dikin û dixwazin tune bikin. Hewl didin sûcên li dijî mirovahiyê yên li Cizîrê kirine bi sûcên nû veşêrin. Lê em ne ew gel in ku bibin şopdarê vê talanê. Tevahiya şevê jinên leheng ên Cizîrê li ber avahiya navçeya me rûdiniştin, nobet digirtin, stran digotin. Gotin 'Em li dijî çewsandina we, li vir in, em natirsin, em te dişopînin'. Ez hezkirin û hurmeta xwe ya herî kûr ji bo gel û jinên leheng û qehreman ên Cizîr û Botanê re dişînim. Silav li dengê te yê xweş, stranên te, têkoşîna te ya bi biryar a demokratîk.

GIRTÎGEH BÛNE ÊŞKENCEXANE

Mijareke din a ku ez dixwazim balê bikşînim ser girtîgehên ku kirine îşkencexane. Tecrîda li derveyî mirovahiyê têrê nake, binpêkirina mafan têrê nake, bi raporên derewîn ên ATK’ê îşkence li girtiyên nexweş ên giran dikin û dibin sedema mirina wan, înfaz têrê nakin, îşkenceyên giran ên fizîkî li girtiyan dikin. Çawa ku her roj jin tên qetilkirin, hema hema her roj jî cenaze ji girtîgehê derdikevin. Her çend ev mirin weke gumanbar tên binavkirin jî, şopên îşkenceyên giran ên li ser cenazeyan jî gumanan ji holê radike. Şopên dawî yên li ser cenazeyê Ferhan Yilmaz di rastiyê de her tiştî pir zelal nîşanî me dide. Ji bilî vê, ew têrê nakin. Em dibînin ku îşkence li cenaze kirine û em şahidê vê yekê ne. Em bi zîhniyeteke ku wesayîta cenaze jî nade, em bi zihniyeteke ku rê li ber bicihanîna wecîbeyên olî yên cenazeyan digire re rû bi rû ne.

LI DIJÎ GIRTIYÊN NEXWEŞ POLÎTÎKAYEKE DIJMINANE TÊ BIRÊVEBIRIN

Li hember bangên ku ji çar aliyên cîhanê yên ji bo Aysel û girtiyên nexweş tên kirin jî polîtîkayeke bi zanebûn a dijminatiya jin û Kurdan tê kirin tê meşandin. Haya me ji vê heye. Lê em siyaseta dijminatiyê nameşînin. Em ji bo heqîqet û edaletê têdikoşin. Ev polîtîkaya dijminatiya li me, gelê me, jin û girtiyan teqez wê li pêşberî edaleta rast û di wijdanê mirovahiyê de hesab bide. Ez ji vê civîna Meclîsa Jinê careke din diyar dikim ku em ê li her derê û her demê bi awayekî herî xurt û bi hêz hemû rêhevalên xwe hembêz bikin. Her rêhevalekî me parçeyek ji me ye, nirxa me ye, rûmeta me ye. Ez ji vir silavekÎ xurt ji girtîgehan re dişînim.

 ME LI DIJÎ NEHEQIYA ZALIMAN SERÎ HILDA

Hefteya borî em bi hevalên xwe re çûn serdana çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya dayika Emîne Şenyaşar. Me sifra fitarê, êş û îsyanê wê parve kir. Em ji destpêkê ve bûne şahid û şopdarên vê kiryara hovane û neheqiyê. Lê ji xeynî vê, weke jineke ku rastî heman zilmê hat û hevserê xwe winda kir, ez dizanim ku dayika Emîneyê çiqasî nayê wesifkirin û edaleta ku derneket canê mirov çawa aciz dike. Ez, dayika Emîne û gelek jinên din di heman agir de dişewitin. Me li dijî neheqiya heman zaliman serî hilda. Li Qada Galatasarayê rûniştim, niha dayika Emîne li ber Edliyeya Rihayê rûniştiye. Bi heman êşa hevpar û heman daxwaza hevpar. Pêdiviya mirov bi edaletê ji xwariyek av an jî nanekî zêdetir e. Emîne Şenyaşar di vê meha Remezanê de li gel dayika me û Ferît Şenyaşar ku hem kurê wê ye, hem jî rêhevalê wê ye  bi duaya spasdariyê, bi duaya edaletê rojiya xwe vedigire.

Ez dixwazim li vir dubare bikim. Êşa me ya hevpar, pirsgirêka me ya hevpar têkoşîna me ya hevpar e. Têkoşîna Fehîme Poyraz a dayika Denîz Poyraz a ku çû doza Pinar Gultekîn û bi dayika Pinar re hevkarî kir, ji bo dîtina Gulistan Doku hewldana dayika wê, cezakirina kujerê Îpek Er, berdana Aysel Tugluk, gihiştina edaletê ya Emîne Şenyaşar, qêrina hevpar e.

DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE XURTTIR BIKIN

Li pêşiya me hilbijartina pêşwext heye. Li welatên demokratîk partiyên siyasî bi xebatên xwe yên hilbijartinê û xebatên xwe yên rêxistinî amadekariya hilbijartinan dikin. Lê AKP-MHP’ê amadekariyên xwe li ser esasê êriş û plansaziya astengkirina amadekariyên HDP’ê dike. Ji ber ku dizanin astengiya herî mezin a li pêşiya wan îradeya xurt û îradeya xurt a HDP’ê ya jinan e. Bi vê hişmendiyê divê em têkoşîna xwe zêdetir bi rêxistin bikin û bigihêjin her jinekê ji vî aliyê welat heta aliyê din. 

Hûn berxwedêrên meclisa me ya jinan ên xwedî kedeke mezin in. Bi taybetî jî di 8'ê Adarê û Newrozê de li her derê em bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û em li qadan bi mîlyonan li hev dicivin û kongreyên me yên ku em li salonên qelebalix de li dar dixin, civakeke ji mirovan e ku bi keda we hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê ez spasiya hemû hewlên we dikim, lê wek hûn jî dizanin ev hê destpêk e. Dem hatiye ku em sîyaseta xwe hîn zêdetir, bê rawestan, bê westandin geş bikin.

BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ Û NEWROZÊ BER BI 1'Ê GULANÊ VE

Bi ked û hewldana we, têkoşîn û keda jinan dara HDP'ê li her derê welat cih digire, şaxên wê belav dibin û şîn dibin. Jinên ku hewl didin di tarîtiya dîrokê de bihêlin wê êdî bi HDP’ê re bibin pêşengên dîrokê. Ez bi hemû hişmendî û dilê xwe ve bawer dikim. Belê, heya 1ê Gulanê demek hindik maye. Weke jinên kedkar ên herî mezin ên cîhanê, ez dibêjim bila bi coş, ruh û tevlîbûna 8’ê Adarê û Newrozê 1’ê Gulanê bikin civîna herî mezin a dîrokê û em jin pêşengiya vê bikin. Bi van hestan ez we hemûyan bi hurmet û hezkirina xwe silav dikim û hêvîdar im di 1’ê Gulanê de careke din we bibînin.”