Jinnews: Meha Adarê 26 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên Jinnewsê meha Adarê herî kêm 26 jin hatin qetil kirin, 17 jin jî bi gumanbarî mirin.
Li gorî daneyên Jinnewsê meha Adarê herî kêm 26 jin hatin qetil kirin, 17 jin jî bi gumanbarî mirin.
Jinnews ku her meh bîlançoya li ser tundiya li dijî jinê amade dike, ragihand ku meha Adarê herî kêm 26 jin hatin qetilkirin.
Hate tespîtkirin ku heman mehê 17 jin bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
Mirina bi guman jî bi giranî bi îdîaya 'ketina ji şaneşînê' ji raya giştî re hate ragihandin.
Ji jinên hatin qetilkirin 6 jin li Stenbolê, 3 jin li Konyayê hatin qetilkirin. Li gorî daneyan, li bajarên Bakurê Kurdistanê meha derbasbûyî kuştina jinan nebû.
Meha Adarê her wiha 3 zarok hatin qetilkirin, 2 zarok jî bi gumanbarî mirin. Tevî vê yekê destdirêjî li 5 zarokan hate kirin, destavêtin li 3 zarokan hate kirin û li qursa Quranê tundî li zarokekî hate kirin.