Li Edeneyê jinek hate kuştin

Li navçeya Yuregîr a Edeneyê, Şukriye Sevînç ji aliyê Omer Sevînç ê ku jê cihê dibû, hate qetilkirin.

Şukriye Sevînç ji aliyê Omer Sevînç ve li taxa PTT Evlerî hate qetilkirin ku jê cihê dibû. Omer Sevînç piştî kuştina Şukriye Sevînç, bi heman amûrê hewl da xwe bikuje.

Kujer Omer Sevînç ê birîndar bi ambûlansê rakirin.

Cenazeyê Şukriye Sevînç jî birin morga Saziya Tip a Edlî ya Edeneyê.

Li Tirkiyeyê her meh bi dehan jin têne qetilkirin. Kujer jî bi giranî bêceza têne hiştin. Rayedar jî bi daxuyaniyên xwe tundiyê teşwîq dikin.

Li gorî daneyên Jinnewsê tenê meha derbasbûyî herî kêm 26 jin hatin qetilkirin, 17 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyên Bianetê jî ku ji saziyên cuda yên nûçeyan kom kiriye, mêran sala 2021'ê 324 jin, sala 2020'î 284 jin û sala 2019'an jî herî kêm 328 jin qetil kirin.