Komxebata Jinên Êzidî: Felsefeya Rêber Apo Bingeha Azadiya Jinên Êzidî ye

Li Şengalê bi tevlêbûna hemû endamên jin ên di saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin komxebatek bi pêşengiyaTAJÊ hat lidarxistin. Di komxebatê de hat gotin: “ji bo Azadiya Rêber Apo çi ji me bê xwestin emê bikin.”

Li navenda Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve û bi diruşmeya ‘Felsefeya Rêber Apo Bingeha Azadiya Jinên Êzidî ye’ bi beşdarbûna hemû endamên jin yên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ve komxebatek hat lidarxistin. Di komxebatê de sînevîzyonek derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan, ji Endamên Tevgara Jinên Êzidî yên Rusya, Elmanya û Ermenistanê peyamên bi dîmen hatin û her wiha semîner hatin dayîn.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir. Piştre axaftina destpêkê ji aliya Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî ve hate kirin. Sabîha da zanîn ku jinên Êzidî bi naskirina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê di xwe de guhertinên mezin bidin avakirin û wiha domand; “Di serî de em bi xêrhatina hemû hevalan dikin. Piştî ku me fikir û ramanê Rêber Apo naskir hîn zedetir meha Nîsanê ji bo me pîroz bû. Meha Nîsanê bi naskirina fikrê Rêber Apo re weke jinên Êzidî bi wate bû. Em wekê jinên Êzidî ji bo Azadiya Rêber Apo çi ji me bê xwestin emê bikin û têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin. Ji bo em bikaribin xeyalên Serokatî pêk bînin, pêwîste em xwe hîn zêdetir bi rêxistin û perwerde bikin. Fikir û ramanê Rêber Apo ji bo me weke jinên Êzidî ronahiyeke ku em ji tarîtiyê derxistin e. Weke jinên Êzidî çawa ku pêwîstiya me bi nan û av heye, bi xwendina fikir û felsefeya Rêber Apo jî heye. Gelek plan û lîstik li ser Şengalê û bi taybet jî li ser jinan heye. Îro em kombûna xwe ya li vê derê pir girîng dibînin. Em ne jinên beriya 2014’an in, me êdî fikrê azadiyê naskir. Bi boneya 4’ê Nîsanê em dibêjin di Şengalê de em hene û planên qirêj ên dijmin êdî li ser xwe qebûl nakin.”

Di komxebatê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên  li ser jinên Êzidî hate xwandin. Piştî wê di derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de sînevîzyonek hate nîşandan.

Peyamên ji derveyî welat yên wek Meclisa Jinên Êzidî ya Elmanya yê Xanê Agal, ji Ermenistanê Seyrana Cellad û peyama Asya Sivik hatin xwendin ku di peyaman de bal hat hişandin li ser girîngiya xwe rêxistinkirina jinên Êzidî û rolê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di pêşketina şoreşa azadiya jinê bi taybetî yên Êzidî.

Piştî peyaman endama Koordînasyona TAJÊ Riham Heco semînarek derbare hevbeşiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û felsefeya Êzidayetiyê da û got; “Felsefeya Rêbertî ti car ji felsefeya Êzdatiyê dûr nebûye. Hinek tişt dibe ku cuda bin, lê belê gelek tişt wekhevin. Me ti carî ola xwe nexistiye xizmeta dewletan. Baweriyên ku neketiye xizmeta desthiladaran baweriya Êzdayetî ye, Êzdatî her civakbûyînê parastiye. Felsefeya Rêber Apo jî li ser esasê têkbirina pergala kapîtalîzmê derketiye û ji bo ku tarîtiya heyî ronî bike. Baweriya me Êzidiyan jî ji bo wekheviyê hatiye dayîn.”

Endama Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî jî di derbarê jin û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de semînera dûyem da û ragihand; “Li gelek welatan û di demên cuda de jî şoreş hatine li darxistin, lê ji bo jinê cîh têde nehatiye veqetandin. Di têkoşîna şoreşa Kurdistanê de ku bi fikrê Rêber Apo ve hatiye li darxistin cihekê taybet ji bo jinê hatiye dayîn. Mirov dikare bêje ku Rêber Apo ciheke girîng daye jinê û Rêber Apo dibêje ‘Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe’. Rêber Apo şoreşa Kurdistanê kiriyê şoreşeke civakî.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî di di çarçoveya girîngiya pergala netewa demokratîk de semînera sêyem pêşkêş kir û diyar kir; “Em nikarin ti carî fikra netewa demokratîk ji xweseriya demokratîk cuda bikin. Eger em weke civaka Êzidî xweseriya xwe ava nekin, emê tine bibin, niha jî fikrê Rêber Apo bû bingeh ji me re ku em xweseriya xwe ya demokratik ava bikin.”

Jinan di dawiya komxebate de anîn ziman ku ewê hîn zêdetir li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe pêşbixin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Komxebat bi berzkirina diruşmayên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.