Li nehya Tilezêrê ya Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş di salvegera wefata wê de bi bîr anî. Daxuyanî ji aliyê Mamosta Xalîde Xalid de ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di salvegera wefatkirina dayika Rêber Apo de, em Tevgera Azadiya Jinên Ezidî, Dayê Uveyş bi rêzdarî bi bîr tînin. Dayê Uveyş di kesayeta xwe de, çanda me ya hezaran sal temsîl dikir. Li hemberî nehaqiya desthilatiyê her bertek nîşan da û têkoşîn dikir. Ruhê wê yê berxwedêr a welatparêz her li pêş bû.
Ji bo wê jî Dayê Uveyş îro ji her dayikeke Êzdî re bûye pêşeng û mînak. Çawa ku di dîroka me ya Êzidiyan de jin û dayikên azadî, aştî û hekhevî her li hemberî pergala desthilatdar rabûne û hemberî wê ti carî serî netewandine, heta berxwedanê diparastin û meşa azadiyê lidarxistin, Dayê Uveyş jî cihê xwe tê de digirt. Dema em dibêjin, ‘Jin jiyan e’ dîrok bixwe jî şahidê wê ye. Çand, bawerî, ziman, exlaq, ruh ê mirovahî û rastî, her ji aliyê jin ê û dayîkan ve hatine parastin. Ji ber vê êdî jin û dayik parastvanên jiyanê ne. Yên ku di roja me ya îro de jî, welat û civaka xwe bi rê ve dibin, li hemberî hemû cureyên êrişên dijmin radibin û nirxên me diparêzin jin û dayîk in.
Ev rastî di şexsê Dayê Uveyş, Dayê Gulê û di hemû jin û dayikên aştiyê de cardin li ber çavan e. Ji bo vê, çi bibe bila bibe, em ê xeta xwe ya berxwedanê bê navber bidomînin û meşa azadiyê di tevahî dinya yê de pêş bixin. Em jin û dayikên Êzîdî cardin dibêjin, rehma Xwedê li Dayê Uveyş be û cihê wê cinet be. Bila dilê te şad be. Îro bi hezaran jinên rêxistinkirî xwedî cesaret ji bo azadiya jinan û Rêber Apo têkoşîn dikin. Bi pêşengtiya Dayê Uveyş, îro kulîlka jiyanê bi evîna azadiyê şîn dibe.”