Li Platforma 'Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin' doza girtinê hate vekirin

Li hemberî Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin doza feshkirinê hate vekirin.

Li hemberî  Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin doza feshkirinê hate vekirin.

Komeleyê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Bi îddîayên bêhiqûqî û tu zemîna wê tune bi sûcdariya ‘Li hemberî qanûn û exlaq xebatan dike’ doza feshkirinê hatiye vekirin. Qaşo daxwaznameyên gilîkirinê yên ku yên li ser komeleya me li dadgehê gumana sûc ava kiriye. Di van serlêdanên nivîskî de jî tê diyarkirin ku ‘Di bin banê parastina mafên jinan dixwazin malbatê tune bikin û malbatê parçe dike’.

Bi ev îddîayên bêhiqûqî û xwe naspêrin tu zemînê dixwazin sûcekî li me bar bikin. Divê hemû raya giştî bizanibe Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin li pêşiya her edliyeyê çalakî kiriye. Ji bo me ev doz ne dûrî têkoşîna jiyanê ya jinan û têkoşîna wekhevî û azadiyê ye.”