Li Rihayê jinek hate qetilkirin
Jina bi navê Yasemîn el Casim a Sûriyeyî li taxa Halîliyeyê di mala xwe de bi amûra birînê hat qetilkirin.
Jina bi navê Yasemîn el Casim a Sûriyeyî li taxa Halîliyeyê di mala xwe de bi amûra birînê hat qetilkirin.
Li navçeya Halîliye ya Rihayê xizmên Yasemîn el Casîm (18) ya ji Sûriyeyê ku agahî jê nehat girtin, çûn mala Yasemîn lê dima. Xizmên Yasemînê ku di hundirê malê de cenazeyê wê yê bi amûra birînê hatiye qetilkirin dîtin û li ser vê yekê bûyer ji polîsan re ragihandin.
Piştî lêkolîna ewil, cenazeyê Yasemînê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edliyê.