Alkiş: 4'ê Nîsanê ji bo jinên Êzidî tê wateya hebûnê

Berdevka Rêxistina Sîwanî ya Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûrê Alkiş got, "Azadiya Rêberê me azadiya jinên Êzidî ye. Em 4'ê Nîsanê ji xwe re weke hebûnê dibînin."

Berdevka Rêxistina Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûrê Alkiş li ser wateya 4'ê Nîsanê ji bo jinên Êzidî ji ANF'ê re axivî.

Alkiş anî ziman ku bi sîstema kapîtalîst re fikrê baviksalarî yê pênc hezar salî jinên Kurd bi taybetî jî jinên Êzidî bi tunebûnê re rû bi rû hişt û got, "Bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jinên Kurd xwe nas kirin. Me jinên Êzidî jî xwe di fikrên Rêber Apo de dîtin û ji wê rojê ve em jiyana xwe ava dikin."

Berdevka SMJÊ bi bîr xist ku civaka Êzidî heta niha ziman, çand, ola xwe parastiye û wiha dewam kir, "Hebûna çiyayê bi heybet li Şengalê, kir ku civaka Êzidî xwe ji qirkirinê biparêze, li vî çiyayî li ber xwe bide û têkoşîna xwe dewam kir. Wê demê şer bi teknolojiya weke niha nedihate meşandin. Mînak Şehîd Zerdeşt Şengalî wiha digot, 'Pêwîstiya Êzidiyan bi wêrekiyê nîne, civaka Êzidî wêrek e, şervan e û têkoşer e'. Lewma jî berxwedana xwe li van çiyayan dewam kir û xwe parast."

Alkiş bi bîr xist ku di dîrokê de timî qirkirin li Êzidiyan hate ferzkirin û got, "Saddam Huseyîn li hemberî xelkê Êzidî planên tunekirinê amade kiribû, bi tenêhiştina gel, bi bahaneyên parastinê gel li wir asê kiribû. Ev bahaneyên parastinê jî ji bo wê yekê bû ku ji aliyê fikrî ve gel ji ziman û çanda xwe dûr bixîne. Piştî hilweşandina rejîma Saddam bi navê rêveberiya Başûrê Kurdistanê PDK li wir bi cih bû. Rêveberiya PDK'ê ku ne kêmî rejîma Saddam bû, xelkê li çiyayê Şengalê bi tenê hişt, bi vî rengî polîtîkayeke qirêj meşand, xwest gel ji hev qut bike, tune bike û mirov dikare bêje heta astekê gihîşte armanca xwe."

'4'Ê NÎSANÊ JI BO JINÊN ÊZIDÎ GELEKÎ GIRÎNG E'

Alkiş anî ziman ku 3'ê Tebaxa 2014'an piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kirin PDK'ê xelk bi tenê hişt û bal kişand ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêşengî ji berxwedana dijî qirkirinê re kir.

Alkiş bi bîr xist ku 12 şervanên azadiyê yên gihîştin Şengalê Êzidî bi taybetî jî jin ji qirkirinê rizgar kirin û got, "Îro li Şengalê bi saya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meclîs, rêveberiya xweser, meclîsa leşkerî, YJŞ û YBŞ ava bûne."

Berdevka SMJÊ Nûrê Alkiş herî dawî got, "Ji ber vê yekê rojbûna Rêber Apo, 4'ê Nîsanê ji bo jinên Êzidî gelekî girîng e û em vê rojê dikarin weke hebûna xwe pênase bikin. Lewma jî di 4'ê Nîsanê de her sal li Şengalê çalakiyên girseyî têne lidarxistin, şitil têne çandin. Azadiya Rêberê me jî azadiya jinên Êzidî ye."