Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di heman demê de damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di serî de li jin, li gelê Kurd, bi taybetî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz kir û ev bang li jinan, gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelên herêmê kir, “Bi 4’ê Nîsanê re gelê me derbasî serdemeke nû ya hebûnê dibe û pêwîst e hemû mîrate û destkeftiyên 50 salî ji bo zafera Apoyî ji me re bibe hêz, ezmûn, biryardarî û teqez serkeftinê bi xwe re bîne.”
Daxuyaniya HPJ’ê wiha ye;
“Em Hêzên Parastina Jinên Rojhilat HPJ’ê 4’ê Nîsanê 73’emîn salvegera ji dayîkbûna Rêber Apo di serî de li Rêbertî, li jinên azadîxwaz û mirovahiya bi rûmet pîroz dikin, didin diyarkirin ku wê 4’ê Nîsana îsal bibe wesîleyeke herî xurt ji bo serxistina têkoşîna azadiyê.
50’emîn Newroza Zafera Apoyî li tevahiya Kurdistan û cihanê bi pêşengtiya jin û ciwanan bi coş û kelecaneke mezin, bi ruhê serhildanê li gor wateya wê ya dîrokî hate pêşwazîkirin, li her derê gelê Kurd û dostên wê israra xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo wek armanca sereke danîn holê. Agir û dirûşmeyên ji meydanên Kurdistanê bilind bûn ji dagirker û qirkeran re bersiva herî xurt da. Gerîlayên Azadiya Kurdistan bi coşeke mezin li lûtke û berzahiyên hemû çiyayên Kurdistanê agir vêxistin û biryardariya xwe ya biserxistina şoreşa azadiyê anîn ziman. Ji Îlam heya Hewreman û Makû, ji Amed heya Cizîr û Dêrsim, ji Dêrik heya Heleb û Reqa, ji Kerkûk heya Helebce û tevahiya Kurdistanê bi agirê azadiyê peyama zafera Apoyî qêriya. Di esas de Newroza 50’emîn ya Zafera Apoyî destpêka pêvajoyeke nû ya biserxistina doza azadiyê îfade dike. 50 sal ango nîv serdem bi rêbertiya Rêber Apo re hebûna Kurd ji bo ji pencê qirkirinê rizgar bibe ked û têkoşîneke bêemsal hate raberkirin. Redkirina sîstema qirker û dagirkeriyê, redkirina hemû pergala hegemon û hakîm ya moderniteya kapîtalîst e û cihanî ye, lewma jî bi komplo û êrîşên herî dij-mirovahî re rûbirû maye. Ruxmê her tiştî ev têkoşîn bûye navenda jiyaneke sosyalîst, şoreşa civakî û azadiya jinê ku ji bo gelên cihanê û di serî de jî jinan re bûye çavkaniya îlham.
Rêbertî jî têkoşîneke ku ji 1973’ê li ber bendava Çûbûk a paytexta dagirkeriyê dest pê kir, destkeftiyên bêhejmar û şoreşgerî afirandiye. Herî zêde jî jinên Kurd ku ketibûn nav bêdengiya mirina sedsalan û ji çanda xwe ya kevnar û dîrokî bêpar hatibûn hiştin, dubare li nasname û cewhera xwe vegerand. Rêber Apo hemû destkeftên ji jinê hatibûn stendin, dubare jin araste kir û bingehê zihnî, îdeolojîk, sîstemî, parastin û çandî lê vegerand. Li ser vî esasî bingehê şoreşa azadiya jinê ya sedsala 21’emîn hat avêtin. Jinên şoreşger yên Kurd jî bi Rêbertiya xwe re pêwendiyeke pir qayîm dane avakirin û rêhevaltiya serdemê ya di navbera jina azad û Rêberti saz bûye. Ev pêywendî bi ruhê Rahşan, Zîlan û Şîrîn Elemhuliyan hatiye honandin.
4’ê Nîsanê jidayîkbûna gelan, jinan û mirovahiya hemdem e û her 4’ê Nîsanê dibe hevpeymaneke nû bi jiyana azad re. Çawa ku gelê Kurd û di pêşengiya jin de 50’emîn Newroza Zafera Apoyî bi ruhê serhildanê li her derê pêşwazî kirin, wê 4’ê Nîsana îsal jî bibe lûtkeya vê biryardariyê.
Li Rojhilatê Kurdistan wek teyisîna ked û tîrêjên Rêber Apo di 4’ê Nîsanê sala 2004’an Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK hate damezirandin. Rêber Apo diyar dike ku ‘Ji bo gelê Kurd, rêxistinbûn ji av û nan girîngtir e.’ gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî li derdora PJAK’ê xwe birêxistin dike, siyaseta xwe ya demokratîk pêş dixe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke parastina rewa de vîna xwe raber dike. PJAK encama têkoşîn û keda Rêber Apo ya li Rojhilatê Kurdistanê ye û destpêkekek nû ji bo gelên Îranê ye. Di 17’emîn sala damezirandina PJAK’ê de, wê gelê Rojhilatê Kurdistan xelekê xwe ya rêxistinbûn û têkoşînê hêj berfirehtir bike û îdia û israra xwe ya ji bo azadiyê bêtir nîşan bide. Ew ê jinên Rojhilatê Kurdistanê şewqa felsefeya Rêber Apo li Îran û gelên Îranî berbelav bikin.
Em wek Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJ’ê dubare salvegera jidayîkbûna Rêbertiya azad Rêber Apo li tevahî gelê Kurd, bi taybet jî li jinên Kurd û Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Didin diyarkirin ku di vê salê de, di çarçoveya parastina rewa de em ê têkoşîna xwe ya azadiyê li dijî dagirkerî, qirkirin û li dijî feraseta zilamsalariyê bigihînin zaferê. Em bang dikin ku di serî de jinên Kurd, Azer, Beluç, Fars û hemû jinên Îranî û gelên herêmê bi ruhê Zafera Apoyî 4’ê Nîsanê pêşwazî bikin û wiha jî tecrîd û komploya ku li ser Rêber Apo û gelê Kurd tê meşandin, bi hêza xwe ya cewherî û bi biryardariya xwe ya ji pola, bi yekgirtin û hevgirtinê li dijî dagirkerî û hevkariya nokeran bi ser bixin.
Di vê wateyê de bi 4’ê Nîsanê re gelê me derbasê serdemeke nû ya hebûnê dibe û pêwîst e hemû mîrate û destkeftiyên 50 salî ji bo zafera Apoyî ji me re bibe hêz, ezmûn, biryardarî û teqez serkeftinê bi xwe re bîne.”