TAJÊ: Me tehma azadiyê kirine, em xaka xwe ji kesî re nahêlin

TAJÊ êrişa hêzên Iraqê ya li ser Şengalê weke êrişa li ser bawerî, hebûn û îradeya civaka xwe pênase kir û got, "Me tehma azadiyê kirine. Em xaka xwe ji kesî re nahêlin." TAJÊ got, dayikên Êzidxanê wê li pêşiya hewldanên tunekirinê bibin mertal.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser êrişên vê dawiyê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li pêşberî çavên cîhanê li ser axa me ya pîroz û li dijî civaka me ya Êzidî fermanek hate kirin. Ev ferman bi armanca tunekirina baweriya Êzidiyatiyê bû. Lê belê bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê ku xwe gihandin hewara me ev pilanên qirêj ên ku hemû dewlet tê de hebûn, PDK jî di nav de, hate pûçkirin û negihîşt armanca xwe."

'PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ HEWLDANEK JI BO HILANÎNA HEYFA BINKETINA FERMANÊ BÛ'

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Ji bo parastina vê axê û vê baweriyê zarokên me çek rakirin û hêzên  parastinê yên Êzidxanê ava kirin. Dewletên dagirker bi taybetî Tirkiyeyê û hêzên PDK’ê ji bo ku heyfa binketina xwe di 3’ê Tebaxa 2014’an de rakin di 9’ê cotmeha 2019’an de peymaneke îmzekirin. Ev peyam bi hemû xalên xwe li dijî îradeya civaka me bû. Lê dîsa bi berxwedana civaka me û dayikên me ev peyman negihîşt armanca xwe.

Lê belê Enqere, Bexda û PDK’ê ji bo ku vê peymanê bi cih bînin serî li her rê û rêbazê dan. Herî dawî jî doh hêzên  bi ser hikumeta Kazimî ve hewl dan seytereya hêzên me yên Asayîşa Êzidxanê ya ku li gundê Dugirê ye bigrin. Ev hêz bê ku danûstandina bikin bi ser asayîşa me ve çûn. Ji bo parastina xwe û axa xwe Asayîşa me bersiv dan. Di encam de sivîl birîndar bûn.

'ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ JI ÊRIŞA DEWLETA TIRK A LI SER ÇIYAYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NE QUT E'

Ev êrîşa ku ji aliya hêzên bi ser hikumeta Kazimî ve hatiye kirin ne tesedufe. Her kes dizane ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê di 17’ê vê mehê êriş birin li ser çiyayên Başûrê Kurdistanê. Ev êrişa ku li Şengalê jî hatiye kirin ji wê pilana qirêj ne qut e. Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku axa Kurdistanê û Iraqê perçe perçe bike. Lê mixabin ev yekê jî bi destê hêzên PDK’ê tên kirin. Niha jî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê dixwazin van pilanan bi rêya artêşa Iraqê ve li Şengalê pêk bînin.

BANGA LI BEXDAYÊ: NEBIN PIŞTEVANÊ VÊ PLANA QIRÊJ

Em bang li hikumeta Kazimî û Bexdayê dikin da ku nebin desteka vê pilanê qirêj. Bila neyê lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk a dagiker. Iraq bi giştî di nav rewşeke aloz de ye, ev rewş bila kûr nebe. Lewma lazime hikumeta Kazimî û Bexdayê di berjewandiya gelên Iraqê de tevbigerin ne li dijî gelan. 

Her wiha em nêzî cejna  me ya pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê dibin. Ev êrişa ku di van rojên pîroz de hatiye kirin em weke pîvaneke ne exlaqî dibînin. Her êrişek li dijî civaka me her tim di rojên me yên pîroz de têne kirin. Evana hemû ne tesedufin. Em viya weke êrişa li ser baweriya Êzidyatî, hebûna îradeya civaka me dixwînin û şîrove dikin.

'DAYIKÊN ŞENGALÊ WÊ LI PÊŞIYA HEWLDANÊN TUNEKIRINÊ BIBIN MERTAL'

Di dawiyê de em weke dayîk û jinên Êzidxanê dibêjin ev axa ku bi xwîna zarokên me hatiye parastin bi hêsanî ji kesî re nahêlin. Bi hezaran salan e ji bo tunekirina me her dem êriş li ser me hatine kirin. Lê belê civakeke ku carekê tema azadiyê kiriye, ti carî serê xwe natewîne. Em jî yek ji van civakana ku me tema azadiyê kirine, em ê ti carî li hember êrişan bêdeng nemînin û serê xwe jî natewînin. Weke dayîkên Êzidxanê em ê bibin mertalên li pêşiya hewldanên tunekirina civaka me."