Dayika Necat xaka xwe diparêze
Dayika Necat tevî ku 67 salî ye, 7 sal in xaka xwe diparêze. Dayika Necat got, "Parastin ne tenê erka zarokên me ye, di heman demê de karê me dayikan e."
Dayika Necat tevî ku 67 salî ye, 7 sal in xaka xwe diparêze. Dayika Necat got, "Parastin ne tenê erka zarokên me ye, di heman demê de karê me dayikan e."
Necat Nûsa ya 67 salî, ji roja avabûna Hêzên Parastina Civakî (HPC) û vir ve di bin sîwana vê hêzê de xaka xwe diparêze.
Necat Mûsa ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bi xweparastinê ew aram û dilxweş dibin: "Em ji mala xwe destpê dikin, destpêkê mala xwe, piştre jî xaka xwe diparêzin. Bi taybetî Rojavayê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê jin divê bi xweparastinê xwe, malbata xwe û xaka xwe biparêzin. Di mijarên xweparastinê û parastina rewa de divê em xwe perwerde bikin. Em Hêzên Parastina Civakî (HPC) taxa xwe diparêzin. Wezîfeyên xwe bi cih tînin. Em neçar in ku xaka xwe biparêzin. Em neparêzin wê kî biparêze?"
'DIVÊ HER KES XWE BIPARÊZE'
Dayika Necat diyar kir ku xweparastin ji her tiştî girîngtir e û got, "Çawa ku her zindî xwe diparêze, divê gelê me jî xwe biparêze. Ji 7 salî heta 100 salî divê her kes karibe xwe biparêze. Xweparastin ji avê bêhtir pêwîst e. Xaka me rûmeta me ye. Parastin ne tenê wezîfeya QSD, YPG, YPJ û gerîla ye. Me soz dan şehîdan û birîndaran ku em ê li ser şopa wan bin. Wezîfeya xwe ji me re hiştin. Eger parastina me nebe, li Hesekê hate dîtin ku wê çi biqewime."
'JI ZAROKÊN XWE DESTPÊ BIKIN'
Endama HPC'ê ya ji Qamişloyê Necat got, "Her mala me tabûreke. Em hemû şagirtên Rêber Apo ne" û ev bang li dayikan kir, "Ji zarokên xwe dest bi xweparastinê bikin. Destpêkê welatê xwe bi wan bidin naskirin. Çawa ku tu zarokên xwe ji agir, av, serma û nexweşiyê diparêze, divê tu welatê xwe jî bi heman rengî biparêze. Parastin ji nan û avê bêhtir ferz e. Piştî zarokên xwe hînî cîranên xwe, taxa xwe bikin. Jin dikarin her tiştî bikin."