YPJ'ê salvegera 9'emîn a damezrandina xwe bi merasîmekê pîroz kir
YPJ'ê bi wesîleya salvegera 9'emîn a damezrandina xwe, li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasîmeke leşkerî lidar xist.
YPJ'ê bi wesîleya salvegera 9'emîn a damezrandina xwe, li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasîmeke leşkerî lidar xist.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 9'emîn salvegera damezrandina xwe li bajarokê Şedadê yê Kantona Hesekê merasîmeke leşkerî pêk anî.
Di merasîmê de Endama Fermandariya Giştî a YPJ'ê Sozdar Dêrîk axivî û 9'emîn salvegera damezirandina YPJ'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, şehîdên şoreşê, malbatên Şehîdan û tevahî jinên têkoşer pîroz kir.
Sozdar Dêrîk bal kişand ser çavkaniya ku YPJ'ê ji xwe re dike esas û wiha domand: "4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Jidayikbûna Rêber Apo ne tenê jidayikbûna şexsekî ye, jidayikbûna me tevan e. Ji ber yê ku hişt çavên me azadiyê bibînin û em bi jinbûyîna xwe bihese Rêber Apo ye."
Sozdar Dêrîk diyar kir ku bûyerên li Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û cîhanê qewimîn, weke jin ji wan re gelek sedemên têkoşînê ava kir û wan jî li ser vê esasî têkoşîna xwe dan meşandin. Sozdar Dêrîk wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo vê yekê jî me yekîneyên parastinê damezirand. Me parastina tevahî jinan ji xwe re weke erkekî dîtiye. Em ê ji bo tevahî civakan jî têbikoşin, em ê di felsefeya civaka azad de israr bikin û em ê xebatên neteweya demokratîk berfirehtir bikin."
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrîk destnîşan kir ku wan îlhama xwe ji jinên têkoşer yên ku bi sed salan e rastî zilm û zordariyê hatine û serî netewandine, girtiye û wiha pê de çû: "Me ji tevahiya jinên cîhanê bi taybet jî ji jinên gerîla yên li çiyayê Kurdistanê têdikoşin, îlhama xwe girtiye. Em ji tevahî jinan re dibêjin; em ê vê têkoşînê bilindtir bikin û em ê bê rawestîn di vê têkoşîna de israr bikin. Ji bo me cihê şanaziyê ye ku em îro ewqas jin bi hev re li hemberî dijminên mirovahiyê şer dikin."
Merasîma pîrozkirina salvegera damezirandina YPJ'ê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.
Şervanan di dawiya merasîmê de govend gerandin û piştre ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin.