Li Stenbolê jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil danîn

Jinên ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan hatin gelhev, şitil danîn.

Jinan bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan a 73’yemîn pîrozbahî li dar xistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê, Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Marmarayê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) şitil danîn.

Jinên ku li qada ku lê şitil werin danîn kom bûn xwestin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê de bi dawî bibe û hemû girtî azad bin. Jinan, bi hêviya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û aştiyek pêk were şitil danîn.