OHD: Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş nayên dermankirin
Şaxê Rihayê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê raporeke nû weşand.
Şaxê Rihayê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê raporeke nû weşand.
Rapor li avahiya komeleyê ya li Rihayê hate eşkerekirin û hate ragihandin ku ji ber lêgerîna li hundirê dev tê ferzkirin gelek girtiyên nexweş dest ji daxwaza xwe ya veguhestina ji bo nexweşxaneyê berdide û nikarin bêne dermankirin.
Endama OHD'ê Meral Halat diyar kir ku li girtîgehê ji 15 girtiyên nexweş 11 ji wan rewşa wan giran e û ya bi derengî dibin nexweşxaneyê, yan jî qet nabin.
Rewşa tenduristiyê ya hin girtiyan ji ber astengiya dermankirinê dikare xisareke mayinde bi xwe re bîne.
Korbûna Omer Yaman ê 70 salî û dermannekirina pirsgirêkên nexweşiyê yên cidî yên weke kanserê çend ji binpêkirinên li girtîgehê ne.
Di raporê de her wiha işaret bi kiryarên kêfî û biryara betalkirina înfazê bi rengekî kêfî hate kirin. Hate ragihandin ku cihêkarî li girtiyên siyasî tê kirin.
OHD'ê bang li CPT, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Edaletê, TÎHEK û Komîsyona Mafên Mirovan a li Meclîsê kir ku binpêkirinên li Girtîgeha Tokatê lêkolîn bikin.