Gelo wê Ebu Şebab bikeve şûna Hamasê?

Di şerê Îsraîlê de yê li Xezeyê Hamas gelekî lawaz bû ku herêmên di bin kontrola xwe de winda kirin û li şûna valahiya derketî holê figureke din derdikeve pêş. Ebu Şebab ê ku Îsraîl piştevaniya wî dike, diyar kir ku Hamasê gelê Filistînê firotiye.

Yaser Ebu Şebab ê ji eşîra Bedeni Tarabîn ê li başûrê Xezeyê xwedî roleke mezin e û li dijî Hamasê serokatiya komeke çekdarî dike, roportajek da çapemeniya Îsraîlê ya bi navê Ynet û rexneyên tund li Hamasê kirin.

‘EZ WEKE DIZ, KUJER Û DAÎŞÎ ÎLAN KIRIM’

Ebu Şebab Hamas weke ‘’Firoşkarê Filistînê, rêxistina terorê ya zarokan direvîne û wan dikuje’’ pênase kir.

Ebu Şebab diyar kir ku Hamasê li hemberî wî polîtîkaya reşkirinê daye meşandin û ev yek anîn ziman: ‘’Ez weke DAÎŞ’î, diz û kujer îlan kirim. Lê belê kî ji rewabûna Hamasê bawer dike? Wê kî baweriya xwe ji kesên malbatan direvîne û zarokan dikuje bîne?’’

‘HAMASÊ GEL SERÛBIN KIR’

Ebu Şebab da zanîn ku êrîşên ku Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dane destpêkirin, bûne sedema hilweşîna Xezeyê û got: ‘’Me xaniyên xwe, kargehên xwe û jiyanên xwe ji dest da. Ew bi xwe jî di tunelan de ne, her tişt din bin destên wan de ye û tu pêwendiya wan bi gel re nemaye. Kêsê ku ev yek anîn serê vî gelî ev in.‘’

‘DIVÊ DÎLGIRTIYÊN ÎSRAÎLÎ VEGERIN MALÊN XWE’

Ebu Şebab di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên têkildarî agirbestê û diyar kir ku ew ji bo çareseriya sivîl û pevguhertina beramber amade ne û got: ‘’Divê hemû însanên bêguneh ku ferq nake ji kîjan aliyî ne jî, vegerin malên xwe. Divê dîlgirtî werin berdan. Jixwe gelê Xezeyê bedêleke mezin da.’’

HÊZA BARGIR YA ÎSRAÎL PIŞTEVANIYA WÊ DIKE

Koma çekdarî ya di bin kontrola Ebu Şebab de ji bo tijekirina valahiya ewlehiyê ya piştî lawazbûna Hamasê derketî holê, hate damezirandin. Koma ku ji Îsraîlêçekan distîne, li Xezeyê piştî Hamasê weke hêza alternatîf derdikeve pêş.