JIN
Hemû Nûçe
-
Semînera jineolojiyê bi dawî bû
Li Lozanê semînera jineolojiyê hate lidarxistin. Jinên ji welatên cihê tevlî semînerê bûn. -
Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Silopiyayê jineke qetilkirî, li kêleka rêyê hat dîtin. -
Çalakvanên jin: Jin di pêşengiya têkoşîna gelê Kurd de xwedî roleke sereke ye
Çalakvanên jin ên Başûrê Kurdistanê piştevaniya berxwedana gerîla dikin û dibêjin; “Jinên Kurd ti carê koletî qebûl nekirine û her tim li dijî zilm û dagirkeriyê sekinîne.” -
Semînera jineolojiyê ya 2 rojan li Lozanê dest pê dike
Semînera jineolojiyê li Lozanê dest pê dike. Li ser navê Navenda Jinelojiya Brukselê Sarach Marcha diyar kir ku ew ê bi perspektîfa têkoşîna azadiya Kurd li ser mijara dîroka jinê û têkoşîna wê niqaşan bikin. -
Li Salvadorê 30 sal cezayê girtîgehê li jina zarok ji ber xwe birî hat birîn
Li Salvadorê jina ku ducanî bû û zarok ji ber xwe bir 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li gorî qanûnên Salvadorayê, sûcê jiberxwekirina zarokan û kujeriyê heman tişt e. -
Kişanak: Emê li şûna rejîma ‘Serî bitewîne’ rejîma azadîxwaz ava bikin
Siyasetmedar Gultan Kişanak a di Doza Kobanê de axivî, destnîşan kir ku jin dikarin tifaqeke jinan a mezin damezrînin û got, “Emê bi hevre li şûna rejîma ‘Serî bitewîne, bîat bike’ rejîma azadîxwaz ava bikin.” -
Li Kotolê keçeka ciwan xwe kuşt
Li bajarokê Kotolê ya girêdayî bajarê Xoy keçeka 14 salî xwe kuşt. -
Kongra Star Aysel Dogan bi bîr anî
Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Aysel Dogan bi bîr anî û got, "Em têkoşîn û fedakariya wê ji bîr nakin." -
Konferansa Jinan a Marmarayê ya HDP’ê pêk hat
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê di Konferansa Jinan a Marmarayê ya HDP’ê de axivî û diyar kir ku jin wê destûrê nedin ku faşîzm pêk were. -
Li herêmên Ege û Serhedê konferansên Meclîsa Jinan a HDP'ê
Meclîsa Jinan a HDP'ê li herêmên Ege û Serhedê konferansên herêmî li dar xist û ji bo mezinkirina berxwedanê peyam da. -
YJAD’ê ji bo Aysel Dogan peyamek weşand
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Dogan ku roja Çarşemê li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand. -
Li Şakranê xwarin nayê dayin, tundî li girtiyan tê kirin
Li girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê, ji koxûşa ku 37 kes lê têne hiştin tenê ji bo 11 kesan xwarin tê dayin û tundî li girtiyan tê kirin. -
Jinên ciwan ên herêma Firatê: Em ê bi gerîla teqez bi ser bikevin
Jinên ciwan ên herêma Firatê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re rabûn û gotin, "Em ê çalakiyên xwe xurtir bikin û bi gerîla teqez bi ser bikevin." -
Êrîşên dagirkeriyê li ber Parlamentoya Ewropayê hatin protestokirin
Jinên bi pêşengiya TJK-E’yê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk-PDK‘ê û hikûmeta Kazimî yên li ser Kurdistanê protesto kirin. Ji bo pûçkirina êrîşan banga zêdekirina çalakiyan hat kirin. -
Siyasetmedar Aysel Dogan şehîd bû – HAT NÛKIRIN
Siyasetmedar Aysel Dogan a bi salan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de cih girt, li mala xwe ya li Elmanyayê şehîd bû. -
Li Dihok û Hewlêrê 2 jin hatin qetilkirin
Li bajarên Dihok û Hewlêr ên Başûrê Kurdistanê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin. -
Li Şirnexê 2 jin hatin destgîrkirin
Li bajarokê Dêrgûlê 2 jin hatin destgîrkirin. -
YJK-E’yê ji bo çalakiyên li Bruksel û Strasboûrgê bang kir
YJK-E’ê ji bo meşên ku wê di 11’ê Gulanê de li Strasboûrg û Brukselê li hemberî polîtîkayên riyakar ên Ewropayê were lidarxistin, bang kir. -
Tevgera Kevana Zêrîn Rojda Bakur bi bîr anî
Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn, endama Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk Rojda Bakur bi bîr anî. Rojda Bakur ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bûbû -
Jin bazara Rojava demokratîk dikin
Jinan di destpêkê de qada çandiniya avî, hilberîna zebze û tekstîlê ku Rojava jê re biyanî bû pêş xistin. Jinan bi dirûşmeya “Em modelên xwe çêdikin û bazara xwe ava dikin” dest bi demokratîk kirina sûkê kirin. -
Jinên Ranyayê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan
Jinên Ranyayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê dan û gotin: “Êdî ji xiyanetê re bes e.” -
Li Toskanayê panela Jineolojî
Li herêma Toskanayê li ser Jineolojiyê panelek hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin
Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re rabûn û bi gotina "Dem dema parastina Kurdistanê ye" şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin. -
Li Îranê polîsên êrîşî jina ciwan kirin hatin destgîrkirin
Li paytexta Îran Tahranê sê polîsên ku êrîşî jinekî ciwan kirîn, piştî bertekên zêde hatin destgîrkirin. -
Dayik li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Bi boneya Roja Dayikan jin li Stenbol û Mêrsînê hatin ba hev û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê meşiyan. Dayîkan tekez kirin: “Çi qasî dewlet hewl bide pêşiya me asteng bike jî, emê li berxwe bidin.”