Li herêmên Ege û Serhedê konferansên Meclîsa Jinan a HDP'ê

Meclîsa Jinan a HDP'ê li herêmên Ege û Serhedê konferansên herêmî li dar xist û ji bo mezinkirina berxwedanê peyam da.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 4’emîn Konferansa Mezin a Navendî li herêmên Ege û Serhedê konferansên xwe li dar xist.

Konferansa li herêma Egeyê li avahiya Rêxistinê ya HDP’ê ya  Îzmîrê bi dirûşmeya “Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in” destpê kir. Dayîka Denîz Poyraz a di 17'ê Hezîrana 2021'an de li avahiya partiyê ji aliyê faşîstekî dewletê ve hatibû qetilkirin Fehîme Poyraz û hevserokên jin û endamên meclîsên parêzgehên herêmê beşdarî Konferansa Jinan a Herêma Egeyê bûn. Konferansa ku pankarta "Em ê ji qatilan hesab bipirsin, faşîzm wê têk biçe, em ê bi ser bikevin" ku wêneyê Denîz Poyraz jî tê de heyî, piştî hilbijartina dîwanê dest pê kir.

Hevseroka Bajêr a Îzmîrê Berna Çelîk destpêkê axivî, beşdarên konferansê silav kir û bal kişand ser êrişên li dijî têkoşîn û destketiyên jinan. Çelîk got, "Armanca konferansa me ew e ku pratîka du sal ya têkoşîna me, kêmasiyên xwe û nexşerêya dema pêş diyar kirine. Di vê demê de Denîz Poyraz hat qetilkirin. Qetilkirina Denîz me hemû xemgîn kir. Lê belê ev komkujî negihîşt armanca xwe. Berxwedan, hevgirtin û serhildana jinan her tim bilind bûye."

Çelîk diyar kir ku jinên li herêmê her tim di têkoşîn û berxwedanê de bi israr in û got, "Jinên Egeyê ewin ku herdem xwedî li kevir, ax û ava xwe derdikevine. Konferansa ku em ê îro li dar bixin, wê li ser esasê qezencên piralî yên li dijî êrîşan, têkoşîn be. Weke ku em bi dirûşmeya 'Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in' jî em dibêjin, di têkoşînê de moral û motîvasyona me her tim bilind e. Wê ji niha û pê ve jî bi vî rengî dewam bike."

Piştî axaftina Çelîk konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

WAN

Meclîsa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe ya herêma Serhedê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk anî. Konferansa ku gelek delege beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîyet Taşdemîr axivî û endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a 2 roj berê şehîd bû û Leyla Qasîm a 48 sal berê ji aliyê rejîma Seddam Huseyîn ve hat darvekirin, bi bîr anî. Taşdemîr diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd weke şoreşeke cîhanê derbasî dîrokê bû û got, “Ez di şexsê Aysel, Sakîne û Leylayê de ku pêşengên têkoşîna me ne, hemû jinan bi rêzdarî silav dikim. Jinên Kurd 40 sal in xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin. Şoreşa Rojava ya ku îro bi pêşengiya jinan derketiye holê mînaka herî mezin e.”

Taşdemîr anî ziman ku di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê de jin bi êrîşên faşîst ên li welat re rû bi rû ne û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên mêtîngeriyê jin dike hedef. Êrîşên desthilatdariyê yên li dijî partiya me, bi taybetî jî rêxistina me ya jinan, li her qadê berdewam dikin. Di encama van êrîşan de îro bi sedan hevalên me yên jin di girtîgehan de ne. Lê belê rêhevalên me yên jin weke li her qadê li dijî polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya AKP û MHP'ê li salonên dadgehê vê zîhniyetê darizand."

Taşdemîr diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehan heta hemû qadan belav bûye û got, "Em ê li dijî vê tecrîdê, polîtîkayên zextê û zîhniyeta qedexê têkoşîna hevpar bilind bikin û jinan vexwînin têkoşînê. Dîsa AKP’ê  bi desteka PDK’ê li xeta sînor şer dimeşîne. Ev polîtîkayên şer konseptek şer e ku ji bo têkbirina têkoşîna sed salî ya Kurdan e. Em ê li her qadê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin."

Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.