Jin bazara Rojava demokratîk dikin
Jinan di destpêkê de qada çandiniya avî, hilberîna zebze û tekstîlê ku Rojava jê re biyanî bû pêş xistin. Jinan bi dirûşmeya “Em modelên xwe çêdikin û bazara xwe ava dikin” dest bi demokratîk kirina sûkê kirin.
Jinan di destpêkê de qada çandiniya avî, hilberîna zebze û tekstîlê ku Rojava jê re biyanî bû pêş xistin. Jinan bi dirûşmeya “Em modelên xwe çêdikin û bazara xwe ava dikin” dest bi demokratîk kirina sûkê kirin.
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê Komîteya Aborî ya Jinan a Kongra Star ji aliyekê ve bi kooperatîfan re aboriya komunal pêşxist, li aliyê din jî li herêmên ku derfetên kooperatîfbûyînê tunebûn jî di demeke kurt de karsazî ava kir û ew der weke kooperatîfekê bi rê ve bir û yasaya parvekirina wekhev a sûdê pêk anî. dabeşkirina wekhev a qezencan. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çandiniya avdanî, hilberîna sebzeyan, hilberîna cil û bergan û mobîlyayê de di hilberîna xwecihî de gavên yekemîn avêtin, ev xebat û hewldanane hemû civakê teşwîqê hilberîna aborî dike. Di dema ku Komîteya Aborî ya Jinan ji bo afirandina qada kar desteka madî û şêwirmendiyê dide jinan, lê eleqeya jinan ya nîşanî qada aboriyê didin li gorî şert û mercên xwe di asta şoreşî de ye.
HERÊMÊN NÛ YÊN KARKIRINÊ TÊN ÇÊKIRIN
Komîteya Aborî ya Jinan a Kongra Star ji 60 hezar donim erdên ku Rêveberiya Xweser daye wan, 30 hezar donim ji bo kooperatîfên çandiniyê yên jinan vekiriye û 30 hezar donim erd jî ji bo dahata xebatên xwe bi dest bixe dixebitîne. Li qadên karsaziya ku li ser vê 30 hezar donim erd pêşxistiye jinan digire kar û dahata ku ji van karan bi dest dixîne ji bo vekirina qadên nû yên hilberînê ji bo jinan bikar tîne.
Li ser 20 hezar donim ji 30 hezar donim erdên ayîdê komîteyê bi xwe, çandiniya sazî (hilberîna genim û dexl) tê kirin. Beşek ji 10 hezar donim zeviyê mayî bi şeklê çiflikên ku têde çandiniya serayê, çandiniya avdanî û sewalkarî tê birêxistinkirin.
Çandiniya bi avdaniyê di 6 hezar donim zeviyên komîteyê de tê kirin, ku ji wê nêzî 4 hezar donim ji bo çandina zebze û nêzî 2 hezar jî genim e. Di bin banê Komîteya Aborî ya Jinan de, li Reqayê 6 malbat li ser 200 donim erd, li Digirê 3 malbat li ser 500 donim erd û li Dirbêsiyê 2 malbat li ser 300 donim erd sebzeyan çêdikin. Di van baxçeyan de bi giştî 150 kes dixebitin. Komîteyê ji bo wana veguherîne çiflikan dest bi xebatên xwe kiriye.
ÇIFLIKÊN HILBERÎNÊ SERKEFTÎ BÛN
Di Komîteya Aborî ya Jinê de du çiflikên xwe hene ku wê bikare di qada xorakê de xizmeta têrkerbûyîna civakê bike. Çiflika Demsalê ku li ser erdekî hezar û 500 donim li Dirbesiyê hatiye çêkirin, ji bo hilberîna 500 donim genimê avdanî û 400 donim her cûre zebze, tê bikaranîn. Li vê çiflikê 51 konên biyoplastîkê hene, sewalvanî jî tê kirin. Rêveberiya vê çiflikê ji çar jin û mêrekî pêk tê. 80 jin û 20 mêr ên bi çandiniyê ve mijûl in û 2 malbatên ku şiwanî dikin, bi karkirina di çiflikê de debara xwe dikin. Komîteya Aborî ya Jinê ji bo vê çiflikê du navendên firotina berheman ava kiriye û girêdayîbûna bi bazirganan ji holê rakir.
Komîteya Aboriyê ya Jinan sal û nîvek beriya niha li Dêrikê li ser erdekî 2 hezar donimî, Çiflika Mele Merze ava kir. Komîteyê rê, elektrîk, pergala avdaniyê, bîr, xanî, wesayîtên kar, hewz û embarên vê çiflikê ji nû ve çêkir û anî rewşekê ku bên xebitandin. Di vê zeviyê de genim û sebze jî tê hilberandin û rêveberiya wê bi tevahî ji jinan pêk tê. Ev çiflik ku 40 karkerên jin û 12 mêr lê dixebitin, bi saya nuqteyên xwe yên firotina berheman yên erzan bandorek erênî li peydakirina pêdiviyên xwarinê yên gel dike. Komîteya Aboriyê ya Jinan ji bo kooperatîfkirina qada çandiniyê ya avdanî ku heta niha nekariye ava bike, dixebite. Li Tirbespiyê li ser 500 donim erd kooperatîfa çandiniyê ya avdaniyê ku ji 14 jinan pêk tê, tê organîzekirin. Armanc ew e ku kooperatîfek nimûne ku wê di hemû demsalên salê de bikaribe zebze hilberîne bê avakirin.
PÊŞENGIYA JI BO HILBERÎNA ÇANDINIYA AVDANIYÊ Û ZEBZE
Ji Koordînasyona Komîteya Aboriya Jinê Dîcle Amed, diyar kir ku Komîteya Aboriyê ya Jin bi çiflikên ku ava kirine li Rojavayê Kurdistanê di çandiniya avdanî û hilberîna zebzeyan de pêşengî kir û wiha got: “Çandiya bi avdanî kareke kêmek zehmet e. Bi taybetî li Herêma Cizîrê ku çandiniya bi avdanî û hilberîna zebzeyan qet nedihat zanîn, ev 4 sal in ev çiflik hatine avakirin. Di van çiflikan de her cure zebze û sebzeyên hemû demsalan tên çandin. Armanca sereke pêşxistin û teşwîqkirina çandiniya avdanî di nav xelkê Rojavayê Kurdistanê de ye. Bi rastî bi ser ket jî. Hem xebatên me yên çandiniya avdanî û hem jî xebatên me yên kooperatîfê nîşan dan ku jin di hilberîna aborî, çandinî û kooperatîfan de her çend ji mêran dezavantajtir bin jî serkeftîtir in.
Îro sebzeyên ku di her du çiflikên me yên Herêma Cizîrê de tên çandin, gihiştiye astekê ku hema bêje dikare pêdiviyên zebzeyan ên hemû kantona Qamişloyê pêk bîne. Ev jî ji bo qadê girîng e. Hilberîna zebzeyan di her çar demsalan de li herêmê di van 3 salên dawî de pêş ket. Beriya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê hilberîna zebzeyan tunebû. Berê hema bêje we nedikaribû baxçeyeke zebzeyan bibînin. Niha hûn herin kîjan gundî, hûn ê teqez baxçeyekî zebzeyan bibînin ku xelkê wê derê çandine.”
DI QADA AVDANIYÊ DE JÎ MODEL KOOPERATÎF E
Di dema ku Komîteya Aboriya Jinan ku bi piştgiriyên di qadên aborî û şêwirmendî de ji bo avakirina kooperatîfên jinan ên xweser teşwîq dike, lê heya niha ji ber ku li gorî çandiniya hişk, çandiya avdanî û hilberîna zebzeyan hê zêdetir pêwîstiya wê bi pisporî û kanalên avdanê heye, lewre nekariye tam bibe kooperatîf. Ligel hewldana pêşxistina çandiniya avdanî ya li hemû kantonan, heta di çarçoveya xwe de jî be, ji sala 2021’an ve dest bi lêgerîna kooperatîfbûyîneke di vî warî de kir. Li Kobanê û Şehbayê hezar donim ji 2000 donim erdên Komîteyê ji bo çandiniya avdanî tê amadekirin.
Komîte li Tirbespî li ser 500 donim erd hewl dide kooperatîfa çandiniyê ya avdanî ku ji 14 jinan pêk tê organîze bike. Bi vê yekê re dixwaze wê weke kooperatîfeke model ku dikare di hemû demsalên salê de zebzeyan çêdibe pêş bixe û teşwîqê avakirina kooperatîfên din bike.
JINAN DU PÊŞKETINA TEKSTÎLÊ DE PÊŞENGÎ KIRIN
Komîteya Aboriya Jinê, pêşengiya hilberîna tekstîlê jî kir. Beriya şoreşê û piştî wê, dema ku berhemên tekstîlê hema hema bi tevahî ji derve dihatin peydakirin, ev çend sal in bi pêşengiya jinan di tekstîlê de şoreşek pêk tê. Di warê tekstîlê de du atolye û 5 dikanên pêwendîdar ava kirin. Dîcle Amed bal kişande ser wê yekê ku li Rojava hin qadên hilberînê hene ku bi lez nikarin bibin kooperatîf û ev tişt parve kir: “Em wan weke kargeh di nava rêxistina xwe de ava dikin. Mînak tekstîl bû qadekî ku me hewl da bikin kooperatîf, lê me hê nekariye bikin kooperatîf. Ew qadek e ku pêdivî bi pisporî û sermayek pir zêde heye. Me dît ku jin di vî warî de weke sermaye û pisporî zêde xwedî danehevekê nînin. Ji ber vê yekê kooperatîfbûna wê zehmet bû. Lê bi avakirina atolye û dikanên di warê tekstîlê de me 30 jin girtin kar û me dest bi hilberînê kir. Me ji wan re negot kooperatîf, lê ji aliyê naverokê ve weke kooperatîfan kar dikin. Me sûd nekir armanca wê. Armanca me ya yekem pêşxistina tekstîlê li Rojavayê Kurdistanê bû. Li Rojava atolyeyên tekstîlê tune bûn û hemû pêdiviyên cilan ji derve dihatin peydakirin. Weke aboriya jinê me xwest em vê yekê birêve bibin.”
JIN MODEL Û BAZARA XWE ÇÊDIKIN
Dîcle Amed bal kişand ku berhemên tekstîlê ji aliyê bazirganên mêr ên ji derve ve tên herêmê û tên bazarê û got ku li sûkê bazirganên mêr serdest in. Dîcle diyar kir ku wan li dijî serdestiya bazirganên mêr bi îdiaya “Em ê modelên xwe di atolyeyên xwe de hilberînin, em ê bazara xwe bi xwe çêkin”, qada tekstîlê pêş xistin û wiha got: “Me dizanibû ku bazirganên mêr wê di bazarê de me biperçiqînin. Ew ê yekdestdariyekê çêbikin û cîh ji me re venekin. Ji ber vê yekê me di atolyeyan de dest bi hilberîna tekstîlê kir û tiştên ku me hilanîn rasterast derxist bazarê. Ji ber vê yekê me dikanên xwe vekir. Bi gotineke din, me difikirî ku tenê bi vî awayî em dikarin yekdestdariya mêran a li vê herêmê ava kirine bişkînin. Bi rastî jî wisa lêhat. Ger me dikan venekira ku cil û bergên ku em di van atolyeyan de çêdikin bifiroşin, em ê ji ber şert û mercên reqabetê yên ne adil biperçiqiyaban û karê me wê têk biça. Tevî van kêmasiyên mezin jî, ger di vî warî de serkeftin bi dest ketibe, hinekî jî ji ber ketina wî ya rasterast a bazarê ye.”
ME HINEK DIN BAZAR DEMOKRATÎZE KIR
Dîcle Amed bal kişand ser wê yekê ku hem atolyeyên tekstîlê û hem jî kargehên di nava Komîteyê de û hem jî kooperatîfên jinan bi vekirina dikanên xwe dê berhemên xwe rasterast bighînin civakê. Dîcle anî ziman ku bi vî awayî di sûkê de demokratîkbûn û debara gel rehet hêsantir dibe û wiha domand, “Ji ber ku jin jî ketin bazarê. Hem hilberînê dike, hem jî dikanên xwe vedike û hem jî tevkariyê li bazarê dike. Ji bo hemû karsaz û kooperatîfên me nêzîkatiyeke wiha heye. Bi rastî jî ji bo jin cih li sûkê peyda bike zehmetî dikşîne. Ji ber ku me bi xwe dikan vekir û dikanên kooperatîfan hewce dikir vekir, di warê hilberîna jinan û demokratîkbûna sûkê de pêşketin çêbû. Me bi berhemên kalîtetir bi bihayek kêmtir bazar hinekî bêtir demokratîze kir. Mînak, ev yek pir bandor li bazarê kir. Dema ku hûn bi hişmendiyek kapîtalîst hilberên tekstîlê hilberînin, hûn tenê ji bo berjewendiyê xwe bifikirin. Mînak em li bazarê dibînin ku berhemeke ku bihayê wê du dolar e, bi 6 dolaran tê firotin. Em berhemeke ku 2 dolar dike bi 3 dolaran difroşin.”
JIN FORMÛLA BEŞA ADÎL E
Dîcle Amed da xuyakirin ku îro li herêmên Rêveberiya Xweser kargehên tekstîlê yên ji aliyê civakê bi xwe ve hatine vekirin û got ku ev yek bi pêşengiya xebatên Komîteya Aboriya Jinê hatiye vekirin.
Dîcle Amed ev tişt got: “Berê yên ku ji derve dihatin hilberandin, li dikanan dihatin firotin. Îro hin mirovên me vê yekê ji xwe re mînak digirin û atolyeyên xwe avadikin, wek mînak xebatkarê pergalê ger 1500 distîne, em 2500 didin xebatkara. Bi gotineke din em ji sedî 70 para qazancê didin hilberînera. Ev %70 ji hêla hilberîneran ve di nav xwe de tê parve kirin. Pereyên ku di sindoqa Komîteya Aborî ya Jinan de dimîne ji sedî 30 ê qezencê ji bo berdewamiya kar tê bikaranîn. Krîzên aborî hene, bandorê li ser bazarê dikin, dibe ku bibe sedem ku firotin ji bo demekê raweste. Veberhênana di wê karsaziyê de dikare nirxê winda bike. Ew dahat li ser tezmînatê di ewlehiyê de dimîne. Di rastiyê de, me formulek ku em dikarin jê re parvekirina adilî pêk anîn, peyda kir.
ME DEST BI HILBERANDINA MOBÎLYAYÊ KIR
Ji bo aboriya jinê bi hêztir bibe û jin karibin bibin xwedî pîşeyên cuda, di nava Komîteya Aboriya Jinê de atolyeya mobîlyayan hat avakirin û ji bo ku ev mobîlya bigihêje destê kiriyar, du dikan hatin vekirin. Eşyayên ku di vê kargehê de têne hilberandin, bi buhayek ji sedî 50 erzantir radestî kiriyar tê kirin û dahata jinan ji bo çêkirina qadên din ên karsaziyê peyda dike. Li hemberî esnafên ku berhemên bêkalîte yên ku ji derve tên, bi buhayên giran difiroşin, di warê hilberîna bi kalîte û li cihê xwe bi erzantir em difroşin. Vê atolyeyê hin pêşketin bi dest xistiye û dahatek aborî tê dabînkirin. Em di vê kargeha mobîlyayê de 20 kes dixebitin. Em li wir jî qaîdeya dabeşkirina adîl bi kar tînin.
EM PIŞTGIRÎ DIDIN KESÊN KU DIXWAZIN KAR BIKIN
Hin jin hene ku bi me û Komîteya Aborî re dikevin têkiliyê û dibêjin ku em dixwazin bibin kooperatîf an jî li ser bingeha hevkariyê qada bazirganiyê ava bikin. Em jî bi deynên teşwîqê piştgirî didin wan. Bi rastî peyva deyn piştgiriya me bi giştî îfade nake, ji ber ku ew celebek bexş e. Me nêzîkatiyek wisa nekir ku em ewqas alîkariya darayî bikin, wê demê bi demê re divê ew pereyên xwe bi xwe qezenc bike û bide Komîteyê. Bi rastî jî jin di van qadan de ne xwedî sermaye û ezmûnek e. Ji bo jinê ne hêsan e ku bikeve nava jiyana aborî, xwe bigire, bi ser bikeve. Armanca me jî ne qezenckirin e. Ji bo pêşxistina hilberîna civakî, jin bi jiyana aborî re were cem hev û bi hilberîna aboriya demokratîk xwe têra civakê bike. Ew projeyên xwe tînin, em dibînin, ger bikeve sere me, em piştgiriyê pêşkêş dikin. Mînak sê-çar jin dixwazin kargeheke aborî ya hevpar ava bikin. Ger daxwazek cîh hebe, em ji bo xebatê amûr an jî madeyên xav ên pêwîst peyda dikin. Ji bo ku ew bi vî rengî dest bi xebatê bikin, di mijarên cuda de daxwazên wan çêdibin, em wan bi cih tînin û wan dihêlin ku tevlî jiyana aborî bibin. Tevlîbûna jinan a di jiyana aborî de her ku diçe zêdetir pêş dikeve. Di vî warî de atolyeyên biçûk û dirûnxane hene. Zêdetir jinên ku baxçeyê xwe yê piçûk çêdikin derdikevin pêş.”