Kesê AKP’yî gilî kir: 7 kes hatin binçavkirin, kesek jî hate girtin

Li Colemêrgê piştî rageşiya di navbera gundî û nûnerên şîrketa Îsmet Olmezê AKP’yî de ku şîrket destheqê gundiyan nade, leşkeran bi ser gund de girt û 7 welatî hatin binçavkirin û kesek jî hate girtin.

Bûyer 5’ê Tîrmehê roja Şemiyê qewimî ku hin welatiyên ji gundên Aşût û Çemka ên girêdayî navçeya Çelê ji bo pereyên xwe bistînin çûbûn şîrketa madenê ya Îsmet Olmezê AKP’yî.

Li şîrketê ji welatiyan re tê gotin ku ew pereyê wan nadin. Li ser vê yekê welatî diçin navenda Colemêrgê û di navbera welatî û biraziyê Olmezê AKP’yî Rahmî Olmez de nîqaşek rû dide. Hate îdîakirin ku di vê nîqaşê li Rahmî Olmez hatiye xistin.

Girêdayî vê yekê leşkeran li her du gundan bi ser malan de girtin û 7 kes hatin binçavkirin. Welatiyê hatî binçavkirin ê bi navê N.E. bi hinceta ‘’alîgirtina sûcdar’’ hate girtin û 6 welatiyên din hê jî di bin çavan de ne.

Hate zanîn ku dozgerî biryara binçavkirinê bi awayekî devkî ragihandiye ekîbên polîsan û tê payin ku îro îfadeya welatiyan were girtin.