Semînera jineolojiyê ya 2 rojan li Lozanê dest pê dike

Semînera jineolojiyê li Lozanê dest pê dike. Li ser navê Navenda Jinelojiya Brukselê Sarach Marcha diyar kir ku ew ê bi perspektîfa têkoşîna azadiya Kurd li ser mijara dîroka jinê û têkoşîna wê niqaşan bikin.

Li bajarê Lozan a Swisreyê semînera ku ji aliyê Navenda Jineolojiya Brukselê û Meclîsa Jinên Kurd a Lajîn Kantona Vauld ve hatiye organîzekirin, îro dest pê bike. Di roja yekem a semînerê de di navbera saetên 14:00-18:00 de bi mijara “Femînîzma ji mêtingeriyê hatî paqijkirin” komxebatek pêk were. Di roja duyemîn a semînerê de danê siharê ji 09:00 heta 17:00 semînra bi perspektîfa têkoşîna azadiya Kurd mijara berxwedaniya pênc hezar salî û şoreşa 40 salî ya şoreşê bê dayîn. Semîner bi zimanê Fransî bê dayîn, lê wergera vê ji were kirin. Semîner wê ji hemû kesê re vekirî bê dayîn.

‘EM XETA AZADIYA JINÊ ESAS DIGIRIN’

Li se navê navenda Jineolojiya Brukselê Sarah Marcha ku wê semînerê bide ji ANF'ê re axivî û bal kişand ku semîner bi daxwaza jinên li kantona Vaudê tê li darxistin.  Marcha anî ziman ku perspektîfên têkoşîna azadiya Kurd esas girtine.

 Marcha da zanîn ku wê semîner 2 roj bidome û destnîşan kir ku ev  xebatên li ser xeta azadiya jinê ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd dest pê kir, esas digrin û got, “Em dixwazin di perspektîfa Jineolojiyê de gotûbêj bikin ku têkoşîna jinên Kurd ya li dijî sîstema kapîtalîzm, dagirkerî û baviksalarî çawa tevdigerin. Şert û mercên me heye divê em vê mijarê di serî de femînist û tevahiya jinên cîhanê re ragihînin.”

‘EM YEKÎTIYA JIN Û GEL ESAS DIGRIN’

Marcaha anî ziman ku xebatên wan yê jineolojiyê li Ewropa pêş dikeve û got ku ew dixwazin jineolojiyê bi komên femînîst, ekolojîst û hemû komên ku dagirkeriyê derdîkevin bidin naskirin. Marcha diyar kir ku ew yekîtiya jin û gelan esas digrin û wiha got, “Di roja yekem de em ê biçin Pole-Sud a ku li welatên cuda yên cihanê jin hene. Di roja duyem de jî wê jin malovaniyê bikin. Di wan du rojan de jî em ê ji kesên ku dixwazin Tevgera Azadiya Kurd nas bikin em ê xwe bidin naskirin.”

‘ROLA PÊŞENG A JINÊ LI ROJAVA XUYA DIBE’

Marcha diyar kir ku jinên cîhanê şoreşa Rojava weke şoreşa jinê nas kir û wiha domand: “Ev şoreş bû modelek nû. Dema ku jin pêşengî ji şoreşê re bikin divê ji bo têgihiştina xwe rexistinên xweser ava bikin. Li Rojava şoreş pêş dikeve, lê divê tu car neye jibîrkirin ev şoreş girêdayî têkoşîna jinên Kurd û azadiya Kurd e.”